Mollaoglû û Sarigul hatin oxirkirin
Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Kubra Meltem Mollaoglû û Sarigul Tuylu, di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi stranên şoreşê yê jinan ve hatin oxirkirin.

Ji bo cenazeya namzeta HDP’ê ya Stenbolê Kubra Meltem Mollaoglû ya di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû pêşwazî bikin bi hezaran kes li deriyê Metroyê ya Ayrilik Çeşmesî hatin gel hev. Bi dirûşmên, “Wê jin aştiyê ava bikin”, “Wê dewleta qatil hesap bide” ve ber bi Mizgefta Şakîrîn ve meşiyan. Li vir Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Beyza Ustun û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Ayşe Erdem jî di nav de, gel karûbarê olî bi cih anî.
Piştî wê, jinan cenaze girtin ser milên xwe û ji bo defnkirinê ber bi Goristana Karacaahmet ve ketin rê. Piştî cenazeya Mollaoglû hat defnkirin, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya got, “Ala we hiştiye nakeve” û destnîşan kir ku wê têkoşîna aştiyê bi ser keve. Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Kadikoy Semra Dogan jî diyar ku Mollaoglû ji bo aştiyê têkoşiyaye û got: “Xeyalên wê, xeyalên me ne.” Mollaoglû bi stranên şoreşê ve hate oxirkirin, qernefîlên rengûreng li ser gora wê hate danîn.
Endama Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sariyerê Sarigul Tuylu jî bi merasîmek li Mala Cem a Nûrtepe ve hate oxirkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan, rêveberên HDP’ê û rêxistinên jinan jî di nav de bi sedan kesî li merasîmê pankart vekirin û dirûşma, “Jin jiyan azadî” qîr kirin.
Piştî karûbarên olî ên mala cem, cenazeya Tuylu li ser milên jinan gihişt wesayîta cenaze. Bi duayan ve cenazeya Tuylu li Goristana Ayazaga spartin axê.