MLKP/Kurdistan salvegera PKK'ê pîroz kir
MLKP/Kurdistan, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku sala çilî ya têkoşînê wê bibe saleke ji destketî û serketinên mezin û dewleta Tirk a faşîst wê têk biçe.
MLKP/Kurdistan, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku sala çilî ya têkoşînê wê bibe saleke ji destketî û serketinên mezin û dewleta Tirk a faşîst wê têk biçe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em sala 40. a têkoşînê li şehîdên xwe yên nemir, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû hevrêyên xwe yên PKK'yî li heman çeperan em mil bi mil şer dikin, li malbatên şehîdên xwe, li gelê Kurdistanê û hemû dostên ku ti carî ew bi tenê nehiştin, pîroz dikin."
MLKP/Kurdistanê da xuyakirin ku sala 40. a PKK'ê wê bibe sala serketin û destketiyên mezin û di serî de dewleta Tirk a faşîst wê hemû dewletên paşverû û mêtinger ên li herêmê têk biçin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî berxwedana ku li Bakurê Kurdistanê bi fedakariyeke mezin geş bû, li dijî îradeya şoreşgerî ya ku Şengal rizgar kir, li dijî Şoreşa Rojava ku Şoreşa Cotmehê ya sedsala 21'an e, ti hêz nikare bi ser bikeve. Mîna çil salên bihurî, îro jî jinên Kurdistanî yên azad û ciwanên Kurdistanî yên pêşeng, wê bibin afirînerên serketinên nû."
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev têkoşîn wê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên şoreşger azad bike û têkoşîna jiyana azad û bi rûmet a gel bi ser bixîne.