MLKP Kurdistan: Ji qetilkirina Elçî Erdogan berpirsyar e

MLKP Kurdistan got: “Ev komkujiyeke aşkera ya dewletê ye û berpirsyarê wê hikûmeta AKP’ê û serokê wê yê fiilî Tayyîp Erdogan e. Jixwe wan Elçî hedef nîşan dan û tehdîd kirin.”

MLKP Kurdistan a têkildarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “AKP partiyeke şer e, Tayyîp Erdogan berpirsyarê sereke yê vî şerê qirêj e. Ew mîna çeteyên DAIŞ’ê bi vê cinayetê îlan kirine ku kesê ne di xeta wan de ne wê qetil bikin.”

MLKP Kurdistan di daxuyaniya xwe de got ku DAIŞ’a Tirkiyeyê, AKP’a faşîst û rêxistinên wê yên taşeron ên fermî û ne fermî li komkujiyên xwe yeka din zêde kirine.

MLKP Kurdistan diyar kir ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li nîvê kolanê ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin û got: “Ev komkujiyeke aşkera ya dewletê ye û berpirsyarê wê hikûmeta AKP’ê û serokê wê yê fiilî Tayyîp Erdogan e. Jixwe wan Elçî hedef nîşan dan û tehdîd kirin.

Di serî de malbata Tahîr Elçî serê hemû gelên me yên bi rûmet û dostên wan sax be.

MLKP Kurdistan di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Tahîr Elçî ku em ber bi bêdawîbûnê ve oxir dikin, divê mîlyon derkevin kolanan, jiyanê rawestînin. Ji hikûmeta AKP’ê ya faşîst hesab xwestim wezîfeya her mirovê bi rûmet e. Di serî de Amed, hemû gelên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê pêwîst e bi cesaret kolanan dagirin.

Em ê hesabê her canê xwe bipirsin.

Wê Tahîr Elçî di têkoşîna gelan de bijî.”