MLKP Kurdistan: Em ê faşîzmê bi hev re biqedînin

MLKP Kurdistanê salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Ji zindanan heta çiyayên azad ên Kurdistanê em ê bi hev re têbikoşin û bi ser bikevin."

MLKP Kurdistanê bi wesîleya salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew 50 salên têkoşîna PKK'ê ku partiyeke şehîdan û têkoşînê ye, silav dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di bin ala PKK'ê de 40 salî bi hezaran leheng ji bo azadî û rûmetê tevlî karwanên nemiran bûn.

MLKP Kurdistanê işaret bi keda mezin û pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 40 salên dawî yên têkoşînê re kir û ev peyam da: "Mêtingerên faşîst ên ku Ew tecrîd kirin û ji wan hebûn ku wê karibin wî ji gel û partiya wî qut bikin, bi salan e nikarin rastiya Ocalan a di nava dilê bi milyonan mirovî de biguherînin. Bi vê wesîleyê, em di sala nû ya têkoşîna PKK'ê de Rêberê Gelê Kurd Ocalan silav dikin û bi şiyara 'Ocalan ê azad, Kurdistana azad' tecrîdê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, PKK'ê agirê azadiyê yê li Bakurê Kurdistanê pê ket, gihand Başûr, Rojhilat û Rojava û hate gotin, "Gel bi jin, ciwan û extiyaran rabû ser piyan. PKK navê vê meşa rûmet û azadiyê ye. Ya ku di dîroka 40 salî ya PKK'ê de hate nivîsandin ev e, bêguman wê sala 41'ê ya têkoşînê jî bi vî rengî be.

Gelê me yê Kurd ku Şoreşa Rojava diyarî sedsala 21'ê kir, bi pêşengî û ronahiya PKK'ê meşiya. Di têkoşîna azadî û wekheviya jinê de, asta ku PKK'ê afirand bû destketiyek ji bo hemû jinên cîhanê. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' hema bêjin êdî bi her zimanî tê qîrîn. Ev yek sembola vê pêşengiyê ye. Di têkoşînên hevgirtî yên HBDH û KBDH de, li şoreşa Rojava, li gelek bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê, di her şêwe çalakiyên şoreşgerî-demokratîk de, em ê bi hev re, bi hevrêtî hîn bêhtir li ber xwe bidin û serketinên mezin bi dest bixin. Ev jî soza me ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji zindanan heta çiyayên azad ên Kurdistanê em ê bi hev re têbikoşin û bi ser bikevin. Ev soz bi xwîna şehîdên me yên li çar aliyên Kurdistanê, li çiyê û çeperên şer hatiye dayin."