MLKP’ê berxwedana Rojava silav kir û bangawaziya alîkariyê kir

MLKP’ê berxwedana Rojava silav kir û bangawaziya alîkariyê kir

MLKP 'ê şoreşa Rojava silav kir û anî ziman ku; “ Em bi hemû hebûna xwe li gel  şoreşa demokratîk a neteweyî ya Rojava û rêveberiya gel in” û ji hemû derdorên civakî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xwest ku alîkariya Rojava bikin.

Komîteya Navendî ya MLKP'ê, têkildarî rewşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di Daxuyaniyê de  hat diyarkirin ku   li Rojava di nava xwîn û barûtê de hêviyek mezin bilind dibe û hat gotin, “Ala Azadiya gelan, wekhevî û biratiya gelan li çar aliyan diheje. Li dijî pilanên desthilatdariya Tirk, NATO û hevkarên hur artêşa  Suriyeyê ji bo ji rê derxistin yan jî astengkirina şoreşa Rojava bi şêweyekî lehengî li hemberî wan tê rawestandin. Jin û mêrên Rojava yên  qehreman  ku bi vîna azadiyê tejîne, bi xwîna xwe jiyanê didene xeta kedê. Ji hemû hêzên cîhanê yên  ku li hemberî zêhniyeta talanî, zordarî, bê edaletiya civakî, netewperestî û zayendî tekoşînê dimeşînin hêz û moralê didine.” 

Di daxuyaniyê de hate gotin , “Em bi hemû hebûna xwe li pişt şoreşa netewiya demokratîk a Rojava û rêveberiya gel in” û bi şêweyekî kêm jî be ji bo em milê xwe didin yên wan serbilindin. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şerê ku li Rojava tê jiyîn, di serî de gelên Suryeyê, hemû gelên herêmê û  civakên neteweyî wekhev li ser xeta biratiyê dimeşin û dewam kir, “ ev xeta baweriya kedkar û yên têne çewsandine. Em ji rastî û gehiştina wê ya serketinê gumanan nakin.”
MLKP diyar kir ku xwedî derketina li şoreşa Rojava, xwedî derketina li rûmet û azadiya xwe ye.