MLKP: Dewleta Tirk kujerê Sakîne, Fîdan û Leyla ye

Rêxistina Jinên Komunîst ên Kurdistanê ya MLKP’ê: Sakîne, Fîdan û Leyla rêya me ronî dikin û têkoşîna wan di destê jinan de bi pêş ve diçe.

Rêxistina Jinên Komunîst ên Kurdistanê ya MLKP’ê bi wesîleya Qetlîama Parîsê ya ku sê jinên şoreşger ên Kurd hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke nivîsî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di salvegera pêncemîn a qetilbûna rêheval Sakîne, Leyla û Fîdanê de em bi coşa şoreşê wan silav dikin. Têkoşîna azadiyê ya jinan roj bi roj bi pêş ve diçe. Sakîne, Leyla û Fîdanên nû di vê têkoşînê de ava dibin û kesên ku ew qetil kirine, mehkûmî têkçûnê ne.

Bi operasyona şoreşgerî ya PKK’ê ya li dijî MÎT’ê hemû rastî derketine holê. Vê êrîşa li Parîsê ya ku bi hevkariya Erdogan, MÎT û servîsa nepen a Fransayê pêk hatiye, ew ê hesabê wê were pirsîn û ew ê qatil ji edaleta şoreşger a jinan para xwe bigirin.

Sakîne, Fîdan û Leyla şehîdên me yên nemir in û rêya me ronî dikin. Têkoşîna wan di destê jinan de bi pêş ve diçe. Agirê şoreşê li her derê ye. Wekî gotina me ya piştî şehîdên Sûrûcê me gotibû: Ew ê tu xeyal nîvî nemîne! Soza me şoreş e!”