MLKP: AKP ji jinan ditirse

MLKP, têkildarî komkujiyên li Parîs û Silopiyayê daxuyaniyek da.

Rêxistina Jinên Komunîst a MLKP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di salvegera qetilkirina sê xwişkên me yên leheng ên emrê xwe diyarî têkoşîna azadiya neteweyî kirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de, faşîzma mêtînger û hikûmeta AKP'ê dîsa sê jinên şoreşger Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir qetil kirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Piştî ku îşkence li bedena mirî ya Ekîn Wan hat kirin û hat nîşandan, Gunay Aslan, Dîlek Dogan û Dîlan Kortak hatin qetilkirin. Fermandarên me MLKP-FESK Yelîz Erbay û Şîrîn Oter li baregehên xwe yên berxwedanê, ku hatibûn dorpêçkirin jiyana xwe ji dest dan."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP ji destketiyên jinan tirsiya ye û hat destnîşankirin AKP û rejîma faşîst a mêtînger bi qasî mirinê ji jinan ditirsin, ji şoreşa jinê ya Rojava, ji potansiyela têkoşîna demokratîk a neteweyî ya Kurdan, ji jinênl ir efên herî pêş ên bendên li Tirkikyeyê, ji hêrsa jinan a li hemberî komkujiyên jinan ji gerîlayên nava bajêr û li çiyê, ji reng û çalakiya jinê ditirsin.

Rêxistina Jinên Komunîst a MLKP'ê diyar kir ku jinan bi têkoşîna li refên şoreşê yên li hemû eniyên Rojava, bersiv dane Komkujiya Parîsê û got, "Li Bakurê Kurdistanê jî li dijî komkujiyên DAIŞ'ê ya bi parastina AKP'ê, berxwedana xwerêveberiyê hat nîşandan. Ala me li nava destên Sakîneyan, Arînan, Kederan, Sîbelan, Îvanayan, Elîf Kalşenan, Gunay Aslanan, Dîlek Doganan, Dîlan Kortakan, Yelîz û Şîrînan, Sêvêyan geriyan û qet neket erdê."