MKP: Hevrê Kamil û Mehmet nemir bûn

MKP'ê got, "Hevrê Kamîl Turanlioglû û Mehmet Ozhan nemir bûne. Hevrê Kamîl çawa ku ji aliyê dijmin ve nehate berdan, bi nedermankirinê re ew terkî mirinê kirin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) de wiha hate gotin: "Hevrê Kamîl Turanlioglu (Ferhat) li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Elezîzê ku ji Kandirayê hat sirgûnkirin di encama krîza dil de nemir bû. Hevrê Mehmet Ozhan (Apê Dursun) jî di 20'ê Gulana 2023'yan de li Fransayê ku weke koçberekî siyasî lê dijiya, ji ber krîza dil nemir bû."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hevrêyên xwe yên di çeperên şer de bi şopandina ronahiya meşale ya 18'ê Gulanê nemir bûne bi rêzdarî bibîr tînin" û bal kişand ser çîrokên têkoşîna her du şoreşgeran.

MKP'ê got, "Hevrê Kamîl ji aliyê dijmin ve nehat berdan, bi nedermankirinê re ew terkî mirinê hate kirin. Di rastiyê de bang û hewldanên ji bo berdana hevrêyê me Kamîl yên ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatin kirin, ji aliyê dewlet, sazî û dezgehên edlî ve bê bersiv hatin hiştin. Ji şehadeta hevrêyê me di serî de dewlet, rêveberiya girtîgehê û rayedar berpirsyar in."