MKP'ê 3 şoreşgerên xwe bi bîr anî
MKP'ê şoreşgerên xwe yên bi navê Yilmaz Kes, Sevda Serînyel û Mahîr Ozgul bi bîr anî û got, "Têkoşîn li gorî mantixê şoreşê ye û ji bo ku desthilatdarî ji çînên paşverû were veqetandin, tekane rê ye."
MKP'ê şoreşgerên xwe yên bi navê Yilmaz Kes, Sevda Serînyel û Mahîr Ozgul bi bîr anî û got, "Têkoşîn li gorî mantixê şoreşê ye û ji bo ku desthilatdarî ji çînên paşverû were veqetandin, tekane rê ye."
Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) endamê sekretaryayê Yilmaz Kes û endamên Fermandariya Herêmê ya Artêş Rizgariyê ya Gel Sevda Serînyel û Mahîr Ozgur bi bîr anî yên ku sala borî jiyana xwe ji dest dabûn.
'BI AMÛRÊN TEKNOLOJÎK HATIN QETILKIRIN'
Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate diyarkirin: "Kadroyên sereke yên partiya me, di 1'ê Tebaxa 2017’an de ji aliyê artêşa dijmin bi amûrên şer ên teknolojîk hatin qetilkirin. Sedema mirina rêhevalên me, desthilatdariya Erdogan e ya ku desthilatdariya çîna paşverû ye.
Di serî de hevrê Yilmaz Kes, kuştina hevrê Sevda Serînyel û Mahîr Ozgul ji bo partiya me derbeke giran e. Vê windabûna leşkerî ya ku gelekî cîddî ye, di şexsê nemiriya rêheval Yilmaz Kes de, wateyên xwe yên kûr hene.
Tu têkoşîn û şoreş, bêyî berdêlê pêk nehatine. Têkoşîna ku bêrdêla wê tê dayîn, li gorî mantixê şoreşê ye û ji bo ku desthilatdarî ji çînên paşverû were veqetandin, tekane rê ye. Ev pêdivî ji bo girêdayîbûna bîranîna hevrêyên me yên şehîd, pêwistiyek e."