Mîtînga KESK’ê ya Stenbolê hate qedexekirin
Mîtînga KESK’ê ya ku dixwestin 11’ê Kanûnê li Sûka Gel a Bakirkoyê li dar bixin ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hate qedexekirin.
Mîtînga KESK’ê ya ku dixwestin 11’ê Kanûnê li Sûka Gel a Bakirkoyê li dar bixin ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hate qedexekirin.
Mîtînga KESK’ê ya bi sirûda “Maf ji beriya Rewşa Awarte û BHQ’ê de tê. Em teslîmî îxrackirin, dûrxistina ji kar, sirgûnkirin û cezakirinê nabin” a ku wê 11’ê Kanûnê li Sûka Gel a Bakirkoyê li dar bixisiba hate qedexekirin.
KESK’ê bi heman daxwazê li gelemperiya Tirkiyeyê serlêdana mîtîngan a li 4 herêman, jî hatibû redkirin. Di daxuyaniya Flatforma Şaxê KESK’ê yê Stenbolê de wiha hate gotin: “ Ev jî dide nîşandan ku ev biryar di asta navendê ya desthilatdariya AKP’ê de tê girtin. Em vê biryarê demokratîk û hiqûqî nabînin. Tê wateya astengkirina têkoşîna kedkarên civakî ya demokratîk û lêgerîna mafê xwe û hişyarkirina raya giştî. Ev astengî û qedexe me ji rêya me û têkoşîna me nade paşve xistin.”
KESK’ê diyar kir ku piştî 15’ê Tîrmehê û şûn de desthilatdariya AKP’ê ya ku bang li gel kir ku dakevin kolanan û li kolanan banga demokrasiyê dike, dema ku dor hate muxalîfan bi Rewşa Awarte û BHQ’ê de mîtîngên ku tê xwestin bên li dar xistin qedexe dikin.