Mîtînga destpêkê ya HDP'ê ya li Ewropayê wê li Kolnê bê kirin

HDP ku karê xwe yê hilbijartinê yê li Ewropayê didomîne, wê mîtînga xwe ya destpêkê 26'ê Gulanê roja Şemiyê li bajarê Koln ê Elmanyayê li dar bixe. Mîtîng wê bi şiyara "Dengê me ji bo HDP'ê, em ê bi hev re bi ser bikevin" pêk were.

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê li Ewropayê ku ji dehan saziyên Tirkiyeyî, Kurd, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Laz, Çerkez, Elewî, Êzidî û Misilman ên li Ewropayê pêk tê, karê xwe yê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê didomîne. Di vê çarçoveyê de civînên gel tên lidarxistin, buroyên hilbijartinê tên vekirin, çalakiyên piştevaniyê û serdanên malan tên kirin.

WÊ LI GELEK CIHAN MÎTÎNG WERIN KIRIN

Beriya dengdana 7-19'ê Hezîranê ya li Ewropayê, Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li Ewropayê, di serî de Elmanya wê li gelek cihan mîtîngan li dar bixe. Mîtînga destpêkê jî wê 26'ê Gulanê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê kirin.

Mîtîng wê bi dirûşma "Dengê me ji bo HDP'ê, em ê bi hev re bi ser bikevin" saet 13:00 li meydana Neumarkt a Kolnê pêk were. Parlamenterên HDP'yî Ahmet Yildirim, Tûgba Hezer û namzetê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker, siyasetmedarê Çerkez Arîf Unal, Nûnerê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Yakûp Nûhomo, Nûnerê KKP Serhat Çetînkaya, Serokê PÎK'ê Hîkmet Serbilind, bi navê Însiyatîfa Derya Reş a li Elmanyayê Mahîr Ofcan, Hayko Bagdat, Hevberdevka Ewropayê ya SYKP Dûygû Yildiz, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û gelek siyasetmedar û nûnerên din ên saziyan wê tevlî mîtîngê bibin.

'JI BO JIYANEKE NÛ EM TEVLÎ MÎTÎNGÊ BIBIN'

Li ser mîtîngê ku wê Koma Bajar jî derkeve ser dikê, Komîteya Amadekar daxuyaniyek da û destnîşan kir ku rizgariya gelên li Tirkiyeyê bi serketina HDP'ê ya 24'ê Hezîranê ve girêdayî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tirkiye 16 sal in bi dîktatoriyê tê birêvebirin. Di nava vê demê de bi hezaran mirov hatin kuştin, bajar hatin şewitandin, zarok li naverastê hatin kuştin. Tirkiye anîne ber krîzê.

Berpirsyarê van hemûyan Erdogan û partiya wî AKP ye. Dem hatiye ku em vê dîktatoriyê hilweşînin. Lewma bi qasî Kurdistan û Tirkiyeyê, zêdekirina dengên li Ewropayê ewqasî girîng e."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Ji bo 25'ê Hezîranê bibe jiyaneke nû, em bi dil û can bixebitin. 26'ê Gulanê em bi xurtî tevlî mîtînga li NRW bibin."