Misrê keştiya çekbarkirî ya Tirkiyeyê desteser kir

Misrê keştiya çekbarkirî ya Tirkiyeyê desteser kir

Hat ragihandin ku li Keştîgeha Bor Seîdê rayadarên Misrê dest daniye li ser keştiyekî çekbarkirî ya Tirkiyeyê û rayedarên polîsan ji dan diyar kirn ku, li devera Sînaa ji ber pevçûna 3 polîs hatine kuştin.

Hate diyarkıirin ku, li bakûrê Sînaa li deverên cuda komên çekdar êrişî navendên polîsan û Artêşa Misrê kirin, di encamê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest da, her wiha 2 leşkerên artêşa Misrê birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan Skynews rayedarên Misrê dan diyar kirin ku, li keştîgeha Bor Seîd, dest danîne ser keştiye çekbarkirî ya Tirkiyeyê. Hate diyarkirin ku ev çek ji nû ve têne sererast kirin û wiha destnîşankir ku, “Agahiyên îstixbarata Misrê ketin destê Saziya Ewlehiya Misrê ku, dê barek ji çekan bi riya keştiyê bazirganiyê yên Tirkiyeyê li ser navê Kampanyên bazirganiyê bê Misrê û wê li ser xeta keştiya (CME) bi gihêje Keştîgeha Bor Seîdê û keştîgeha Rojavayê Bor Seîdê.

Di dema Hêzên Ewlehiya Misrê lêgerîn li embarên ku li keştîgeha Rojhilatê Bor Seîdê danî ye kirin de di embarê de 20 hezar demanceyên ku ji nû ve tên çêkirin dîtin û dest danîn ser. Lêgerîna wan ya ji bo embarên din berdewame.