Mirovên Aqilmend xwestin Erdogan bê hişyarkirin!

Mirovên Aqilmend xwestin Erdogan bê hişyarkirin!

Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Teker a beşdarî civîna bi serokatiya Davûtoglû bû anî ziman ku zimanê Erdogan ê bikar tîne, di civînê de bi tundî hatiye rexnekirin. Hat ragihandin ku Davûtoglû ji lawaziya pêvajoyê KCK'ê sûcdar kiriye û PYD hedef nîşan daye.

Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Zubeyde Teker, detayên civîna bi Serokwezîr Ahmet Davûtoglû û wezîrên wî, ji ANF'ê re vegot.

MERCÊN OCALAN Û ZIMANÊ ERDOGAN

Zubeyde Teker da xuyakirin ku li pozîsyon û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye axivîn û da zanîn ku endamên Heyeta Mirovên Aqilmend hemfikirin ku heyeta wan û rayedarên KCK'ê biçin Girava Îmraliyê.

"Mînak; îro Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan der barê pozîsyona Birêz Ocalan de got, 'sermuzakerevan nîne'. Ev daxuyaniyên Erdogan hatin rexnekirin. Hat xwestin ku dev ji vî zimanî bê berdan. Di mijara zimanê Erdogan de rexneyên cidî hatin kirin û hat xwestin ku Erdogan di vê mijarê de bê rexnekirin. Hat diyarkirin ku zimanê Erdogan ji bo pêvajoyê bikar tîne, bi pirsgirêk e. Zimanê hikûmeta nû ya di bûyerên 6-7'ê Cotmehê de hat rexnekirin û hat destnîşankirin ku hikûmetê pêvajo baş birêve nebiriye."

'DEWLET DIKEVE REWŞEKE KU GEFÊ DIXWE'

Teker da xuyakirin ku bicihanîna Desteya Şopandinê û Komîsyonan daxwaza heyetê ye û got, "Xebata qanûna nû, ne ji bo berfirehkirina azadiyan û demokratîkbûyînê ye; nêzîkatiya li ser bingeha ewlekariyê, dewlet xistiye rewşa gefxwarinê. Li ser vê hat axivîn. Gumanên li ser qanûnê hatin ziman û bi taybetî hat rexnekirin ku ev xebat li pêvajoya 6-7'ê Cotmehê hatiye rastanîn. Hat xwestin ku ev xebat ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin."

'HIKÛMET SERÊ MIROVAN TEVLÎHEV DIKE, DIVÊ SERERASTKIRINA QANÛNÎ TAVILÊ BÊ KIRIN'

Teker der barê naveroka civînê de bi kurtasî ev agahî da:

"Ji hikûmetê hat xwestin ku di nuqteya 'pêvajoya çareseriyê' de bilezîne. Hat ragihandin ku bi polîtîkaya hikûmetê re di pêvajoya çareseriyê de serê mirovan tê tevlîhevkirin. Hat xwestin ku sererastkirinên qanûnî yên li ser pêvajoyê tavilê bên kirin û pozîsyona komîsyonan bê zelakirin.

Der heqê 6-7'ê Cotmehê de, ez jî di nav de gelek hevalan xwestin komîsyona lêkolînê ya hevpar bê avakirin.

Polîtîkaya hikûmetê ya li ser Kobanê hat rexnekirin. Hat xwestin ku korîdora alîkariyê bê vekirin û hikûmet bi hesasî tevbigere; Hat destnîşankirin ku pêwîste polîtîkaya li ser Rojava bê guhertin.

Li ser mijara 'têkilî bi DAIŞ'ê re heye yan na' nirxandin hatin kirin, rexne hatin kirin."

DAVÛTOGLÛ, KCK Û PYD HEDEF GIRT

Teker diyar kir ku Davûtoglû PYD û KCK sûcdar kiriye û got: "Îdîa kir ku bi PYD'ê re têkilî heye, lê daxwazên PYD'ê li ber çavan nagirin. Di vê der barê de rexne bûn. KCK jî sûcdar kir ku sozên xwe yên di vî warî de bicih neaniye. Anî ziman ku di mijara pêvajoyê de wê tawîz neyê dayîn û pêvajo bi lez bi pêş ve biçe. Der heqê daxuyaniyên KCK'ê de rexne kir. Weke sedema lawaziya pêvajoyê KCK nîşan da. Anî ziman ku bûyerên 6-7'ê Cotmehê organîze ne, nabe ku çalakger bi tenê weke 'ciwanên hêrsbûyî' bên pênasekirin û îdîa kir ku di vî warî de agahî li ber destê wan heye."

Teker da xuyakirin ku Davûtoglû îdîa kiriye ku ew bi DIAŞ'ê re di nava hevkariyê de nîne.

'HEDEFNÎŞANDANA KCK Û HDP NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Teker nêrînên xwe jî bi vî rengî anî ziman:

"Divê daxwazên me yên li ser Sekreterya, merc û pozîsyona Birêz Ocalan, Desteya Şopandinê û reformê, li ber çavan bên girtin. Bi dîtina min xebata qanûna nû wê bi kêrî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê neyê. Berevajî dewlet bi vê yekê re wê veguhere mekanîzmayeke gefxwarinê.

Min ji Davûtoglû re ragihand ku zimanê di 6-7'ê Cotmehê hat bikaranîn xwedî pirsgirêk e û destnîşan kir ku hedefnîşandana HDP û KCK'ê nayê qebûlkirin. Divê komîsyon bê avakirin û bûyer werin lêkolînkirin. Divê Davûtoglû hesasiyeta ji bo Huda-Pariyan nîşan dide, ji bo mirovên din ên jiyana xwe ji dest dane re, nîşan bide.

Rewşeke xwedî pirsgirêk e ku pozîsyona Birêz Ocalan ji aliyê Serokkomar ve ne zelal tê nîşandan. Min di civînê de anî ziman ku divê dest ji vê bê berdan. Her wiha daxuyanî û gotinên li dijî KCK û HDP'ê tên dayîn, ne rast in.

DAIŞ û PKK mîna hev nabe ku bê dîtin. Mîna hev nayê qebûlkirin. DAIŞ jinan direvîne, difiroşe, dest diavêjin wan, serê mirovan jê dike. Di rewşeke bi vî rengî de ne exlaqî ye ku PKK mîna wê bê nîşandan; Ev yek Kurdan bi hêrs dike."