Mîr Tahsîn li Rûsya hate bibîranîn

Mîr Tahsîn Beg, lîderê rûhanî yê Êzidiyan ku li Elmanyayê çû ser dilovaniya xwe li Rûsyayê hate bibîranîn.

Lîderê rûhanî yê Êzidiyan Mîr Tahsîn Beg ku li nexweşxaneya Hannoverê ya Elmanyayê dema dihate tedawîkirin çûyî ser dilovaniya xwe li Rûsya Çelyabînskê hate bibîranîn.

Li xwarina xêrê ya li Komeleya Êzîdiyana Çelyabînskê giregirên civaka Êzîdî hazir bûn. Di merasîmê de Serokê Komeleya Êzîdiyên Çelyabînskê Sevîn Dawayî ku têkilî nirxê manewî yê Mîr Tahsîn Beg axivî. Dawayî got, ''Lîderekî girîng ê Êzîdiyan ji nav me çû. Mîr Tahsîn mirovekî girîng bû ku ji bo baweriya Êzîdiyan geş bibe têdikoşiya. Ji ber ku ji nav me çûye em gelekî pê êşiyan. Gelê me, nexasim Êzîdî ji niha û pê de çi qasî bêhtir li baweriya xwe xwedî derkevin wê bikaribin cihê ku bi çûyina Mîr Tahsîn Beg vala mayî dagirin. Ê me, em Êzîdiyên li Rûsyayê jî, di serî ji bo malbata Mîr Tahsîn, sersaxiyê didine hemû Êzîdiyan.''

Giregirên civaka Êzîdî ku li ser mewlûdê hazir bûn bi axaftinan Mîr Tahsîn bi bîr anîn. Piştî axaftinan ji bo Mîr Tahsîn Xêr dan.