Milyonek mayinên li ber teqînê hene

Milyonek mayinên li ber teqînê hene

Li gorî Peyama Qedexeya Mayinan, divê Tirkiye heta sala 2014'an hemû mayinên li ser erdê xwe paqij bike, lê Tirkiyê ji bo paqijkirinê 8 salên din xwest.

Tirkiye ku di sala 2004'an de Peymana Qedexeya Mayinan mor kir, divê heta sala 2014'an mayinên li erdê xwe paqij bike. Lê belê Tirkiyê da xuyakirin ku ewê nikaribe vê berpirsyariya xwe bicih bîne û heta 8 salên din dem xwest. Li ser vê yekê Hewldana Tirkiyeke bê Mayin, Odeya Tabîban a Stenbolê, odeya Muhendîsên Zîreetê, Komeleya Astengdarên Tirkiyê, Komeleya Mafên Mirovan, Mazlûm-Der, Weqfa Demokrasî û Civakî, Rêxistina Efûyê ya navnetewî û Greenpeace Derya Spî raporek amade kirin û beriya vê raporê bişîne ji Ofîsa Serokwezaretiyê, li Taksîm Hîll Otel'ê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kirin.

"DI WARÊ PAQIJKIRINÊ DE TIRKIYE GELEKÎ LI PAŞ MAYE"

Ji Hewldana Tirkiyeke bê Mayin Muteber Ogreten da xuyakirin ku li nava sînorê Tirkiyê 3,174 mayin û li Bakurê Kurdistanê jî 1.003.943 mayin hene. Li gorî daneyên Ogreten, ji sala 1998'an û vir ve, li herêmên sînor 26.121 mayin hatine tinekirin. Ji ber mayinan di navbera salên 2004-2012'an de 1366 leşker û sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 734 kes jî birîndar bûne.

Ogreten pêşniyarên xwe yên di vî warî de weha rêz kir; "Ji bo paqijkirina mayinan divê Tirkiye li benda sala 2015'an nemîne. Pêwîste beriya her tiştî herêmên bandorê li şêniyên herêmê dikin werin paqijkirin û paqijî ji van deran destpê bike."