Yekîneyên YCWK'ê li Mersînê çalakî kirin

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li hemberî saziya ser bi midûriyeta baxçeyên parkan a şaredariya bajarê mezin a Toroslarê çalakî kirine.

Yekîneyên Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuyaniyek weşand û ragihand ku 23'ê Îlonê saet di 00:50'î de li hemberî saziya midûriyeta baxçeyên parkan a ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mersîn / Torosan, çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke YCWK em careke din dixwazin nîşan bidin ku serî li ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a qirker faşîst ti carî natewînin. Em fedaiyên Rêber Apo ne û komploya li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Divê her kes zanibe ku armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye."