Milîsên HBDH’ê şaxa Banka Ziraatê şewitandin
Milîsên Tolhildana Îmran Firtina yên HBDH’ê diyar kir ku wan şaxa Yenîbosna ya Banka Ziraatê dane ber agir.
Milîsên Tolhildana Îmran Firtina yên HBDH’ê diyar kir ku wan şaxa Yenîbosna ya Banka Ziraatê dane ber agir.
Milîsên Tolhildana Îmran Firtina yên HBDH’ê ku daxuyaniyek nivîskî dayîn, diyar kirin ku roja 6’ê Mijdarê şaxa Yenîbosna ya Banka Ziraatê dane ber agir û ketina şaxê hatiye rewşa neyê bikaranîn.
Di heman daxuyaniyê de ev jî hate gotin:
“Bankayên ku dibin çavkaniyên finansa kapîtalîzmê, heman demê ya ku navbeynkariyê di veguhestina çavkaniyên civakê ya ji bo sermayedariyê de dike, kedkarên hejar mehkûmî deydariyê dike û faliyetên fayîzcitiyê dikin, di hedefa me de ne. Banka; bêçaretiya karkerên hejar bi kar tîne û ber bi deyndariyek mezin ve dibe, bi sedan kesan bêmal, ji bo bêkediyê xizmet kirin, faîzcîtiya wan ber bi întiharê ve dibe navê wan ê di sîstema kapîtalîst de ye.
Banga me ji bo karker û kedkaran ev e; hûn ne mecbûr in ku deynên wan xwînmêjên faîzciyan bidinê. Ji vê pergalê derketin, ji sistema mêtînger a topyekûn û saziyên wan rûxandin derbazker e. Ew van pereyan ne bi keda xwe, keda karkeran xwarin, talankirina çavkaniyan, dizîna tiştên me bidest dixin. Karker û kedkar encax dema ku ya me ji destê wan derxist wê jiyanen bi mirovane berdewam bike.
HBDH vê pergala kedxwarî û mêtîngeriyê ber bi têkbirinê ve dibe, em banga têkoşîna yekbûyî û seferberiya şoreşgerî dikin. Ji bo ‘Têkbirina faşîzmê, qezençkirina azadiyê’ tevlîbûna têkoşînê didome.
Çalakiya me ji bo bîranîna Îmran Firtina (Yasîn Aydin) ê ku ji bo li dijî çeteyên dagirker û cîhadî tevlî şer dibe ji Stenbolê derbazî Rojava bûyî li Til Temirê şehîd bûyî, hatiye lidarxistin.”