BI DÎMEN

Mîlîsên HBDH’ê li Stenbolê depoyek dan ber agir

Mîlîsên Fîkrî Baygeldî yên HBDH’ê ragihand ku wan di çarçoveya têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û tecrîdê de li Stenbolê depoyeke 'şexsekî faşîst' dane ber agir.

Mîlîsên Fîkrî Baygeldî yên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî dan û ragihand ku wan di 1’ê Cotmehê de li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê depoyeke aîdî şexsekî faşîst dane ber agir.

Di daxuyaniyê hate gotin; ‘’Di çalakiyê de ku bi armanca protestokirina Komloya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hatiye lidarxistin,  depoya hatî şewitandin zirareke mezin dît û mîlîsên me bi awayekî ewle ji cihê çalakiyê dûr ketin.’’

Mîlîsên Fîkrî Baygeldî yên HBDH’ê di daxuyaniya xwe de got ku ‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkçûna faşîzmê ye’ û ev yek anîn ziman: ‘’Wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe azadiya gelê Kurd. Divê hemû şoreşger, demokrat û derdorên mixalîf bi awayekî xurt beşdarî Pêngava Azadiyê ya ji bo têkbirina tecrîda Îmraliyê hatiye destpêkirin, bibin.

Em weke Mîlîsên Fîkrî Baygeldî yên HBDH’ê çalakvanên fedaî yên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ yên li hemberî komplogeran bi awayê herî xurt bersiv dane, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û bi heman biryardarî û baweriyê li hemberî komplogeran têkoşînê mezintir dikin. Em ê tecrîda Îmraliyê têk bibin û hêviya hevpar ya aştiyê ya gelan pêk bînin.’’