Milîsên HBDH'ê li Datçayê yateke tûrîzmê dan ber agir

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Datça ya Mûglayê bi rêbaza sabotajê yateke tûrîzmê dan ber agir.

Di daxuyaniya Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê de hate gotin, "Sibeha 8'ê Hezîranê saet di 05:00 de li navçeya Datça ya Mûglayê yatteke tûrîzmê bi teknîkeke taybet hate şewitandin. Bi rêbaza sabotajê yat a tûrîzmê ya bi motor hate şewitandin û xisarek ji 10 milyonî lê hate kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo fînansekirina şerê qirêj gelê me yê kedkar talan dike. îradeya gelê me tine dihesibîne. Bi dagirkeriya qeyûm hewl dide hêzên demokratîk û şoreşger bitepisîne."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her kes û saziyên ku faşîzma AKP-MHP'ê fînanse dikin hedefa xwezayî ya milîsên HBDH'ê ne. Hûn ê nikaribin ji edaleta gel birevin."