Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê çalakiya sabotajê li dar xist

Milîsên HBDH’ê ji bo silavkirina berxwedana parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû li leşkergeheke Îzmîrê çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Milîsên HBDH’ê daxuyaniyenek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 29’ê Tebaxê de saet di 15.30’an de leşkergeha li Menemena Îzmîrê milîsên me yên HBDH’ê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Piştî çalakiyê agir bi leşkergehê ket û beşeke mezin a leşkergehê şewitî.

Ji bo silavkirina berxwedana parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di berxwedana rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû û li dijî êrîşên li ser merasîma veşartina rêheval Ebrû Tîmtîk me ev çalakî li dar xist.

Li çiya, bajar, zindan, fabrîke û qadan çiqasî berdêlên giran tên dayin jî berxwedan mezin dibe, planên faşîzmê li hemberî biryardariya me ya şoreşgerî parçe parçe dibe.

Li ser vî esasî em bang li ciwan û milîsên li Tirkiye û Kurdistanê dikin ku ji bo bîranîna Ebrû Tîmtîk û berxwedana Aytaç Unsal em bibin bersiv. Niha ne dema gotinan, lê dema çalakiyan e. Divê em ji hêzên faşîst hesap bipirsin.”