Milîsên HBDH'ê çalakiya sabotajê kirin

Milîsên Hasret Gultekîn ên HBDH'ê ragihandin ku li Gebzeyê "Li dijî navendeke veguherînê ya kesekî ji çeteya AKP'ê çalakiya sabotajê" kirine.

Milîsên Hasret Gultekîn ên HBDH'ê daxuyaniyek weşandin û gotin, "30'ê Hezîrana 2022'an saet di 05:30'î de li Gebzeyê, li navendeke veguherînê çalakiya sabotajê hatiye kirin. Navend a kesekî ji çeteya AKP'ê ye. Bi çalakiyê re navend şewitî."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujiya Madimakê ya ku 2'ê Tîrmeha 1993'an de hate kirin îro ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve dewam dike. Yên ku hunermend, rewşenbîr, can, Elewî, Kurd qetil kirin, dewet e. Hesabpirsîna ji wan nîşan dide ku komkujî nehatiye jibîrkirin."