Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Milîsên HBDH’ê bi ser mala ‘sîxurekî’ de girtin

Milîsên Şehîd Rêber Amanos (Mehmet Temîzer) ên HBDH’ê ragihandin ku li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi ser mala ‘sîxurekî’ de girtine.

Milîsên Şehîd Rêber Amanos ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Şeva 24’ê Mijdarê milîsên me li Rihayê bi ser mala hevkarekî de girtine. Weke Milîsên Şehîd Rêber Amanos ên HBDH’ê şev derdora saet 21’an li Serêkaniyê me bi ser mala hevkarekî de girt. Ji bo dayîna hişyariyê û li ser navê şansekî dawî bidinê, me tenê ew birîndar kir. Em çalakiya xwe diyarî 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê dikin.”

Di daxuyaniyê de “hevkar”, “sîxur” û “xayîn” hatin hişyarkirin û wiha hate gotin: “Em dubare kesên li dijî şoreşger û kedkaran sûc dikin, kesên weke sîxûrê polîsan tev digerin hişyar dikin. Hûn di hedefa tivingên me de ne.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em cara dawî bang li hevkar û sîxuran dikin. Derbarê hişyariyên me baldar bin û ji vê rêya şaş vegerin. Careke din wê çalakiya me ji bo hişyarkirinê nebe.”