Milîsên HBDH’ê agir berdan depoya ‘faşîstan’

Milîsên Bedreddîn Akdenîz ên HBDH’ê ragihand ku di çarçoveya seferberiya çalakiyên li dijî operasyonên siyasî û leşkerî yên li Tirkiye û Kurdistanê, li Stenbolê çalakiyeke sabotajê lidar xistine.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Milîsên Bedreddîn Akdenîz ên HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “15’ê Gulanê di derdora saet 16.30’an de me li qata terasê ya avahiya 7 qat a li Cadeya Îstiklal a Taksîm/Stenbolê, çalakiya sabotajê lidar xist.

Depoya ku kel û pelên tekstîlê lê bûn, di encama şewatê de bi temamî bû xwelî. Yekîneyên dijmin ji bo mudaxeleyî şewatê bikin, neçar man ku demek dirêj li Cadeya Îstiklalê ji trafîkê re bigirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, her tiştê ku ji ekonomiya rejîma faşîst-qirker re bi sûd be, wê were hedefgirtin.

Milîsên HBDH’ê bang li ciwan û jinan kir ku ji bajarên Kurdistanê heta metropolên Tirkiyeyê, li her derê têkoşînê geş bikin û li dijî rejîma faşîst û hevkarên wê bikevin nav liv û tevgerê.