Milîsên Abdûllah Comert ên HBDH'ê li Stenbol û Îzmîrê çalakî kirin

Milîsên Abdûllah Comert ên HBDH'ê li Stenbol û Îzmîrê çalakî lidar xistin û gotin, "Heta serketinê em ê nesekinin."

Milîsên Abdûllah Comert ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê çalakî lidar xistin.

Li gorî daxuyaniyê di 29'ê Gulanê de li hemberî bazirganên narkotîkê li taxa Haci Ahmet a navçeya Beyoglû ya Stenbolê çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Hate ragihandin ku wesayita eçteyên narkotîkê hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şeva 31'ê Gulanê li heman qadê li dijî bekçiyan çalakiya bombeyî hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê li Îzmîrê 2'ê Hezîranê li hembeî wesayita faşîstekî MHP'î bi bombeya deng çalakî hatiye lidarxistin.

Di dawiyad axuyaniyê de hate gotin, "Em ê heta serketinê qet nesekinin. Em ê teqez bi ser bikevin."