Mihemed: Rojavayî derheqê DAÎŞ'ê divê bi berpirsî rabin

Nûnera Emerîkayê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Sînem Mihemed bang li welatên Rojavayî kir ku ji bo DAÎŞ'iyan bi berpirsyariya xwe rabin.

Nûnera Karûbarên Derve ya MSD'ê (Meclîsa Sûriyaya Demoktratîk) Sînem Mihemed bang li welatên Ewropayî û Rojavayî kir ji bo DAÎŞ'iyan ên ku li Rojava û Bakurê Sûriyê di dest Kurdan de ne bi berpirsyarî rabin.

Mihemed ji Televizyona Dewletê ya Swêd (Svt) re axivî, got ji bo ku çeteyên DAÎŞ'ê nebin tehdîd girtina wan ji bo Kurdan mijareke exlaqî ye lê got divê welatên Ewropayî jî bi berpirsyariya xwe rabin.

Mihemed bi bîr xist ku 11 hezar DAÎŞ'î di destê hêzên Kurd de ne, ji bo DAÎŞ'iyan ku birek jê ev 3 sal in girtî ne û li kampa dimînin bang li welatên Ewropî kir ku bi berpirsyariya xwe rabin.

Mihemed got ji bo jinên li Kampa El Holê birevînin ew hay jê hene ku tora revandinê hatine avakirin û got, 'Herî dawî jin û zarokên Fînlandî hatin revanin. Min bihîst ku keça malbateke Swêdî hewl dan ku bi rêya qeçaxçiyên mirovan birevînin.''


Mihemed got li Kampa El Holê ya ku bi kontrola hêzên Kurd e hewldanên revê çêdibin û got, ''Ji bo ku nebin tehdît berpirsyariya me ya exlaqî ye ku em wan li wir bigirin. Lê em ê van çawa bi rengekî ewle zevt bikin? Em vê nikarin. Hewcehiya me bi alîkariyê heye.''

Mihemed got kêm dewlet ji bo welatiyên xwe yên DAÎŞ'î bi berpiryarî radibin  û xebatên avakirina dadgeheke navnetewî ya ji bo darizandina DAÎŞ'iyan jî pir giran dimeşe.

Mihemed got, ''Bi şerê dijî rêxistina herî taloke ya cîhanê em şanaz in. Gelek mirovên me di vî şerî de şehîd bûn. Divê lîderên Ewropî bi me re alîkar bin.''