Midûrê Girtîgeha Îmraliyê qeza kir
Midûrê Girtîgeha Îmraliyê qeza kir
Midûrê Girtîgeha Îmraliyê qeza kir
Midûrê Girtîgeha Îmraliyê Ehmed Duzman li navçeya Înegol ya Bûrsayê qeza kir. Hate îdiakirin ku, Duzman hinek belge dibirin Enqereyê.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Duzman wesayîta biplaqeya 06 BP 4540 ku wî bixwe di ajot, dema ku ji Bûrsayê diçû Enqereyê li devera gundê Berê Karacakaya yê Herêma Mezîtler ya Înegolê li TIR’a ku Huseyîn Yolcu diajot ya plaqeya wê 34 FAV 12 ku ji aliyê din dihat qelibî. Duzmanê ku ji dest û lingên xwe birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê.
Hate îdiakirin ku, Midûrê Girtîgehê Duzman hinek belge dibirin Enqereyê. Piştî qezayê Serdozgerên Komarê ên Înegol û Bûrsayê çûn cihê bûyerê û hûrkolîn pêkanîn.