Şêwirmendê berê yê Pentagonê akademîsyenê DYA'yî Mîchael Rûbîn destnîşan kir, ku Serokkomarê Tirk Erdogan êdî veguheriye 'henekeke xetere'.
Rûbîn ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ji ber ku Reza Zarrab li Amerîkayê ye û bi rayedarên lêpirsînê er axiviye, Erdogan aciz û bi hêrs e. Rûbîn got, li Ewropa û Rûsyayê hesabên taybet ên bankayê yên Erdogan û malbata wî hene.
Rûbîn anî ziman, pirsgirêka Kurd bêyî Ocalan û PKK'ê çareser nabe û Kurd wê êdî şensê nedin Erdogan.
Hûn Rojhilata Navîn, bi taybetî Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin. Di 16'ê Nîsanê de refeandûmek tê kirin. Bi dîtina we Tirkiye di rewşeke çawa de ye?
Di asteke xetere de li Tirkiyeyê rewşeke berberîbûnê derketiye holê. Em ji dîroka siyasî ya Tirkiyeyê dizanin ku berberîbûnên bi vî rengî rê li ber şîdetê vedike. Wekî din, der barê referandûmê de rewş cuda ye. Bi erkên dîkta yên ji Recep Tayyîp Erdogan re bên dayîn, wê destûr bê dayîn ku Tirkiyeyê bi temamî biguherîne. Girtina ewqas mûxalîfên Erdogan, bi bikaranîna mekanîzmayên dewletê re cezakirina malbatên wan an jî perîşankirina wan bi rengekî aborî tê vê wateyê; ev kesên navborî wê dengdana referandûmê ti carî qebûl nekin. Ev yek wê bibe sedem ku rewşa aloz û tengezar mezin bibe. Bi kurtasî ez bi fikar im, ku li Tirkiyeyê şerekî navxweyî nebe jî dikeve nava bihevketineke navxweyî ya demdirêj.
Çend roj berê we tweetek bi vî rengî weşandin 'Gelo ji Erdogan heye ku em nizanin pereyê wî dizî ye li ku vedişêre'. Bi dîtina we van pereyan li ku vedişêre?
Gelek hesabên bankayê yên Erdogan û malbata wî hene li Ewropa û Rûsyayê. Ji ber ku Reza Zarrab li Amerîkayê ye û bi rayedarên lêpirsînê re axiviye, ev pirs yek ji sedemên bingehîn ên hêrsbûna Erdogan e.
Ev agahiyên bi we re, gelo bi rêveberiya Amerîka yan jî Yekîtiya Ewropa re nîne?
Karên ne li rê yên Erdogan ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ajansên îstîxbaratê yên van welatan, dibe ku zanibin van pereyên xwe li ku vedişêre. Haya Vladîmîr Pûtîn jî ji vê heye. Sedema acizî û hêrsbûna Erdogan a di mijara Zarrab de ew e, ku di darizandinê de ev agahiyên li ber destê dadgeriyê eşkere bibin.
Erdogan niha ji aliyê hikumetên xurt ên cîhanê ve çawa tê dîtin?
Erdogan veguheriye henekekê. Lê belê henekek xetere. Veguherî Mûammer Kaddafî.
Xuya ye zehmet e ku di 16'ê Nîsanê de dengê 'erê' bi ser bikeve. Eger bi ser bikeve, ev ê were wê wateyê ku Erdogan bi ser ketiye, yan jî wê rêwîtiyeke nû dest pê bike?
Dibe ku di anketan de were dîtin ku Erdogan neserketî ye. Lê belê li gorî van anketan wê Erdogan hîleyan neke. Demokrasiya ku bûye qurbanê ezeztiya Erdogan, ji xwe li Tirkiyeyê miriye. Dengê 'NA' bi ser bikeve jî dibe ku Erdogan ji nû ve hilbijartinê bike û guhertina destûra bingehîn ferz bike.
Hûn polîtîkaya şîdet û şer a li Tirkiyeyê di pirsgirêka Kurd de tê meşandin çawa dinirxînin?
Êdî çareseriyeke bêyî Ocalan û bêyî PKK'ê nabe. Kengî pêwîstiya Erdogan bi dengan çêbû, hewl da xwe li ber dilê Kurdan şîrîn bike û piştre jî berê xwe zîvirand. Kurdan, carekê yan jî du caran bi gotina Erdogan bawer kirin, lê belê êdî berjewedîperestiya vî lîderê Tirk nas dikin.
Li gorî rewş û bûyerên li herêmê diqewimin, di mijara pirsgirêka Kurd de ji bo dema kurt û navîn hûn pêşdîtineke çawa dikin?
Polîtîkayên Erdogan wê li Tirkiyeyê rê li ber parçebûneke mayînde veke. Ev parçebûn wê di nava sînorê xwe de be yan jî parçebûna welêt be, ev yek wê bi demê e zelal bibe.
Medya AKP'ê şîroveyên we yên li ser Tirkiyeyê weke şîroveyên ekîbek li DYA dinirxîne. Dibêjin ku ev nêrîn û tespît ne tenê yên Rûbîn e...
Di nêrîn û analîzên xwe de ez bi tenê nînim, lê belê ez tenê analîstek im.
MÎCHAEL RÛBÎN KÎ YE?
Di dema Bûsh de li Pentagonê şêwirmendî kir. Li saziya bi navê Enstîtiya Hewldanê ya Amerîka dixebite. Di heman demê de li Akademiya Leşkerî ya Hêzên Derveyayî ya Amerîkayê mamostetiyê, li kovara bultena Rojhilata Navîn a li Amerîkayê edîtoriyê dike. Li rojnameyên Washîngton Post, The New York Tîmes, The Wall Street Joûrnal, The New Repûblîc, Natîonal Revîew û The Weekly Standard gotar û nivîsên wî yên li ser Tirkiye, Iraq û Îranê tên weşandin.