MGRK, ENKS û TEV-DEM li Efrînê civiyan
MGRK, ENKS û TEV-DEM li Efrînê civiyan
MGRK, ENKS û TEV-DEM li Efrînê civiyan
Li bajarê Efrînê Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK), Encumena Neştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Kurdistanê (TEV-DEM) bi beşdariya komîteya siyasî ya Desteya Bilind a Kurd civînek berfireh lidar xist.
Civîn li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Efrînê hate lidarxistin. Di civînê de geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin nirxandin. Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya Kurd axivî û bal kişand ser rewşa dawî ya li herêmê û êrîşên komên çete.
Axaftvanên din jî diyar kirin ku pêwîste Desteya Bilind a Kurd di civîna Cenvre-2 de wekî aliyê rewa û nûnera gelê Kurd cîh bigire. Her wiha hate diyarkirin ku ev ji bo Kurdan derfeteke ku dengê xwe bigihînin cîhanê û pirsgirêka Kurdan li Rojavayê Kurdistanê were çareserkirin.
Komîteya Siyasî ya Desteya Bilind a Kurd jî ji herdu meclîsan xwest ku di vê qonaxa hesas de bi rola xwe ya dîrokî rabin û pêwîstiyê bidin aktîfkirina rola Desteya Bilind a Kurd.
Di civînê de li ser rewşa şer û bi taybetî şerê li gundê Qestel Cindo û paşvekişîna çeteyan ji wê herêmê jî hate rawestîn. Hate gotin ku çeteyan piştî windahiyên mezin dane berê topên xwe dane sivîlan, ev jî tê wateya ku çete pir lawaz bûne.
Di dawiya civînê de daxuyaniyek nivîskî hate dayîn hate gotin ku divê biryarên hatine girtin berî ku rêveberiya demî were avakirin, pêk werin. Ev biryar jî wiha hatin rêzkirin.
1- Divê her partiyek an jî meclisek girêdayî Desteya Bilind a Kurd lîsteyeke kadroyan ji bo rola xwe di saziyan de bilîzin û aktîfkirina rola jinan di komîteyan de amade bike.
2- Divê di bin navê Desteya Bilind a Kurd de li bajarê Efrînê û navçeyên wê civîn werin lidarxistin.
3- Divê hemû komîteyên girêdayî Desteya Bilind a Kurd di demeke lezgîn de civînên xwe lidar bixin û ji nû ve xwe aktîf bikin.
Her wiha hate gotin ku pêwîst e têkiliyên bi pêkhateyên ji bilî Kurdan re werin xurtkirin û di rêveberiya demî de cihê xwe bigirin.