‘Mexdûrê yekem yê şer heqîqete’
‘Mexdûrê yekem yê şer heqîqete’
‘Mexdûrê yekem yê şer heqîqete’
Nivîskar-dîronas Michael Sontheimer ji bo kovara Der Spielberg ya Almanyayê di derbarê rojnamevanên ji doza KCK’ê dosyayekê amade bike hate Tirkiyeye û mijara azadiya çapemeniyê ji ANF’ê re nirxand.
Sontheimer anî ziman ku, nayê qebûlkirin rojnamevan li girtîgehê bêne girtin û got, “Ger wisan berdewam bike, cihê Tirkiyeyê li cîhanê de gelek xirab be.” Sontheimer destnîşan kir ku, karê rojnamevanekî, dokumanter derxistina holê, lêkolînkirin û weşandine. Sontheimer diyarkir ku, “azadiya çapemeniyê ji bo demokrasiyê şerte.” Sontheimer bi salane komkujiya ku Naziya Almanyayê li ser Yahûdiyan da meşandin lêkolîn dike anî ziman ku, “Almanan dawiyê zanî ku, her çendî ku gelek bitirsî bû lê heta bi demboriya xwe re rû bi rû nebin hizûra wan çênabe. Qasî ku te rastî dernexist holê ew dê hertim te nerihet bike, yekem mexdûrê şer heqîqete.”
“azadiya çapemeniyê” ya li Tirkiyeyê ji Almanyayê ve çawa xuya dike?
Ji xwe em nenormal mêze dikin ku, rojnamevanên ku ciyawaz difikirin tenê ji ber fikrên xwe bikevin girtîgehan. Ji xwe bingehê demokrasiyê jî fikrên ciyawazin, pêwîste her demê fikrên ciyawaz hebin. Ji ber vê çendê azadiya çapemeniyê ji bo demokrasiyê şerte. Serokwezîr Merkel, Wezîrê Dadê dema ku hatibûn Tirkiyeyê bi Serokwezîr Tayîp Erdogan re hevdîtin pêkanîn, jêre gotibûn ev rewş nayê qebûl kirin. lê belê bawerim çi bandora wê çênebû, ji ber ku hêjan bi sedan rojnamevan girtîne. Ger wisan berdewam bike cihê Tirkiyeyê yê li cîhanê de geleke xirab be. Li Ewropa Xiristiyan dibin rojnamevan dibin tu kes ji vê rewşê memûn nîne û Erdogan weke partiyekî Îslamî ya muhafezekar bi vî awayî zextê li ser rojnamevanan çêdike, li hemberî Misilmana zêdetir cephe çêdike.
SERÊ RASTIYAN NAYÊ GIRTIN
Çi tiştê hûn ber bi lêkolîna doza rojnamevanên girtî ve anî?
Ez mirovekî hertim baweriya xwe bi azadiya çapemeniyê tînim, ji ber vê sedemê rewşa li Tirkiyeyê bala min kêşa. Ev wisan nameşe, muheqeq dê li cihekê bidawî bibe. Ji ber ku serê rastiyan nayê girtin. Ji ber wê çendê pêwîste demil dest rojnamevan bêne berdan.
Eger li welatekî nasnameyek ji aliyê dewletekê ve bê înkar kirin, ji ber vê mirov bêne qetilkirin, 17 hezar 500 kuştiyên kiryarên wan nediyar hebin, ji her bihostek ya erdê gorên komî derbikevin, ma li vir karê rojnamevan xwe veşartine yan jî derxîne holê û lêpirsîn bike?
Weke din jî pêwîste mirovek bikare bi zimanê xwe parastina xwe bike û binivîse. Ya duwem jî erkê rojnamevanekî ne ser girtine. Karê wî dokumena derxîne holê, lêkolîn bike û biweşîne. Ji ber ku her kes ji dîrok xwe berpirsyare. Mînak di heman demê de ez dîroknasekî Almanim û eger ez di aliyê xwe de mijarê bigirim dest, di dîroka me de komkujiya Hîtler li Yahûdiyan kir heye, ji xwe min lêpirsîna wê kir. Ez vê ne ji bo her du dîrok tevlîhev bibin dibêjim, ji xwe tişta pêwîste bê lêpirsîn divê bê lêpirsin.
PIŞTÎ HOLOCAUST’A NAZÎ LI SER KAR BÛN
We dîroka xwe bixwe çawa lêpirsîn kir?
Min pirtûk û makaleyên malbatên Yahûdî yên qismek wan li Almanyayê jiyana xwe ji dest dan û qismek yê neçarman reviyan vedigotin nivîsîn. Ev peywirek girîng bû. 6 milyon Yahûdî hem hatin kuştin û hem hatin ji bîr kirin. ji ber vê min hewilek mezin da ji bo navên wan derxînim û rûmeta wan biparêzim, her wiha ji bo wana weke şexs bidin nasîn. Li Almanyayê piştî Holokosta mayîna Naziyan pirsgirêkek mezin bû. Ji ber ku dadger û dozger Naziyên kevin bûn, heta me rastiyên derbarê Holokostan zanî 30-40 salên me çûn.
HETA KU BI RASTIYAN RE RÛ BI RÛ NEYÊN HIZÛR ÇÊNABE
Çima malbatan di vê mijarê de nexwest bi axivin?
Ez di sala 1955’an de ji dayîkbûm û li her malek yê Alman de Naziyek heye. Min jî li malê dema 20 salîbûm min wêneyek dît. Wêneyê kesekê bi unîformên SS yên Nazî bû. Dema ku min ji dapîra xwe pirsî ev kiye got xalê de Willi ye. Li kampa Dachau gardiyantî kiribû.
Dema ku ew zanî we çi kir?
Ez matmayî mam. Piştî wê dema min pirskir, ne tenê xalê min, bavê dayka min jî, bapîrê min jî erkdarên Nazî bûn.
Vê rastiyê hûn ber lêpirsînekê ve birin? We ezaba wijdanê kêşa?
Wijdanekî ya take kesî nebû, yan jî hîsekî ku ez xwe sûc dar bibînim tunebû, ji ber ku piştî şer 10 salan ez hatibûm cîhanê. Lê belê dema ku min zanî tiştên Almanan bi serê Yahûdiyên Polonya û Fransiza kirine, min şer ji xwe kir, erê vê şermê ez motîve kirim. Min 10 pirtûk nivîsandin, 4 ji wana dema ku ez li Berlînbûm têkildarî tiştên ku demê Nazî de hatine jiyan kirin. Min çîroka malbatek Yahûdî ya paşnavê wê Fromm xist pirtûk, navê pirtûkê jî ‘Fromm’an’. Vegerandin hemû zimanan, tenê nevegerandin Tirkî û Japonî.
Almana li hemberî vê trajediyê helwestek çawa nîşan dan?
Almanan dawiyê zanî ku, her çendî ku gelek bitirsî bû lê heta bi demboriya xwe re rû bi rû nebin hizûra wan çênabe. Çendî ku tu rastiyan dernexî holê ev dê te nerihet bikin. Li Tirkiyeyê tiştên ku di sala 1915’an bi serê Ermeniyan aniyî heman rewşa li Almanyayê ye û yên bi serê Kurdan jî anîn ne tiştekî bê veşartine, mirov neçarin bi vana re rû bi rû bên.
EGER DESTHILATEK HEMÛ HÊZÊ DI DESTÊ XWE DE BIGIRE...
Aha ji ber vê çendê tê daxwazkirina ku li Tirkiyeyê komisyonekî Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Komisyonên bi vî awayî ji bo aşityê gelek girîngin, lê belê pêwîste ev şer bigiştî xilas bibe. Weke din dê komisyon bê bandor bimîne. Ev ji bo pirsgirêka Kurd jî derbaz dibe. Niha şer tuneye, hewayekî aştî heye serdeste, dîsan jî nepevçûnekî gelek şikestî heye.
Em niha di nava pêvajoya aştiyê de ne, lê belê hêjan bi deh hezaran kes ji doza KCK’ê di girtîgehan de ne...
Şert çawa bin bila wisa bin, pir şaşe ku rojnamevan li girtîgehan bên girtin. Eger hêjan mirov li girtîgehan tên girtin, wê demê ji bo avakirina komisyona heqîqetan hêjan zûye. Pêwîste destpêkê ev rewş bê sererast kirin. ji ber ku eger desthilatdariyek hemû hêzê di destê xwe de kom bike, dê her kesê bi avêje hundir, bêdeng bike, ev jî ji bo wê şêweyek yê aştiyê ye. Pêwîste neyê ji bîr kirin ku, mexdûrê yekem yê şer heqîqete.