'Metirsî li ser jiyana mirovan heye, tecrîdê rakin'

Rêxistinên Mafên Mirovan li ser grevên birçîbûnê yên li Herêma Egeyê daxuyaniyek dan. Rêxistinan diyar kirin ku metirsî li ser jiyana Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê heye û xwestin, tecrîd tavilê bê rakirin.

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Îzmîrê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (EGE-TUHAYDER) Û Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Herêma Egeyê daxuyaniya hevpar da. Daxuyanî li avahiya HDP'ê hate dayîn. Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn daxuyanî da. 

Încîn armanca çalakiya Leyla Guven û girtiyên din bi bîr xist û got, di asta ew gihîştinê de grevên birçîbûnê ber bi rewşek xeternak ve diçin. Încîn diyar kir, wan wek rêxistinên mafên mirovan ên li Îzmîrê ji bo şopandina grevên birçîbûnê koordînasyonek hevpar ava kirin e û armanca koordînasyona wan ew e ji daxwaza çalakgeran bibe bersiv. Încîn da zanîn ku li gelek girtîgehan pêdiviyê vexwarinê yên çalakgeran ji aliyê girtîgehan ve tê astengkirin û gelek çalakger pir zû zeîf bûne. 
 
TEDBÎRÊN JI BO ÇALAKGERAN 
 
Încîn tedbîrên tibî yên ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de bên girtin wiha rêz kir:
 
*Rojê herî kêm divê 5 qedehên mezin av, 2 kevçiyên çayê xwê, 5 kevçiyên xwarinê şekir, kevşiyek şîranî karbonat û 500 mg vîtamîna B1 bidin girtiyan. 
 
*Divê tedbîrên tenduristiyê baş bên girtin. Lazim e tiştên tên bikaranîn paqij bin û tenduristiya kesî xerab nekin. Divê cihên girtiyan xweş û paqij be. 
 
*Divê der barê dermanên girtiyan de agahî bê dayîn. 
 
*Divê agahî bidin kesên ku ji çalakgerên grevê re dibin alîkar. Divê danezana bijîşkan ji bo çalakgeran amade kiriye bigîhîje girtiyan. 
 
*Divê çalakger di çavdêriya doktor de bin û divê doktor der barê rewşa wan tenduristiyê de agahî bide wan. 
 
 'DEMILDEST TECRÎDÊ RAKIN'

 
Încîn destnîşan kir ku divê demildest tecrîdkirina li Îmraliyê bi dawî bibe û girtî karibin mafên xwe bikar bîne û got: "Di serî de Leyla Guven û girtiyên din ji bo rewşa hin bêtir nakeve talûkeyek mezintir û ji bo êşên nû neyên jiyîn divê Wezareta Dadê demildest tecrîdê rake û di vê mijarê de gav biavêje. Em banga xwe li wan nû dikin."

GIRTIYÊN LI HERÊMA EGEYÊ DI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Girtiyên li herêma Egeyê di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne:

Ji 26'ê Kanûna 2018'an ve, Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1 a Kiriklarê
*Abdûllah Oral
*Erdal Polat
*Samî Ozturk

Ji 26'ê Kanûna 2018'an ve, Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Kiriklarê
*Halîs Daghan
*Ozan Alpkaya

Ji 26'ê Kanûna 2018'an ve, Girtîgeha Tîpa H a Odemîşê
*Mehmet Kaplan
*Ugûr Çîçek
*Serhat Guzel

Ji 26'ê Kanûna 2018'an ve, Girtîgeha Tîpa T Hemara 2 a Şakranê
*Mehmet Dûrak
*Nîhat Ekmez
*Yakûp Guneş
*Tanjû Yildirim
*Ramazan Atalay

Ji 26'ê Kanûna 2018'an ve, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê
*Rahşan Aydin
*Gulten Akgun
*Ebrû Guden
 
Ji 27'ê Kanûna 2018'an ve, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê
*Şemsettîn Erdem

Ji 5'ê Çileyê ve, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1 a Bandirmayê
*Sîraç Keskîn
*Abdûllah Kaya
*Engîn Okûtûcû
*Şeyhmûs Can
*Zinar Dogan
 
Ji 5'ê Çileyê ve, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Bandirmayê
*Serdar Taşkin
*Ekrem Gun
*Mîkaîl Mûgan
*Înan Soylemez
*Sîpan Karabûlût
 
Ji 5'ê Çileyê ve, Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê
*Yorgûn Bektaşoglû
*Bozo Açilan
*Metîn Keleş

Ji 18'ê Çileyê ve, Girtîgeha Tîpa L a Balikesîr Kepsûtê
*Mazlûm Cesûr
*Mûhtesîm Ertûgrûl
*Tarik Alîçî
*Mehmet Aşkara

Ji 18'ê Çileyê ve, Girtîgeha Tîpa D a Bûrhaniyeyê
*Huseyîn Dûman  
*Alî Îhsan Dost
 
Ji 25'ê Çileyê ve, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1 a Şakranê
*Îlhamî Çinar
*Engîn Ûlûgana
*Serbulent Yaman

Ji 25'ê Çileyê ve, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 3 a Şakranê
*Faîk Kimiş
*Îsmaîl Genç
*Mehmet Umît
*Sûat Gubruz
*Ugûr Ataman

Ji 25'ê Çileyê ve, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 4 a Şakranê
*Serkan Şahîn
*Mûrat Devran Makas
*Enver Ahmet
*Abdûllah Gur
*Bariş Onen
*Mehmet Emîn Dag
*Yasîn Aka