Metîner Malên Cemê hedef girt

Metîner Malên Cemê hedef girt

Mehmet Metîner yê AKP’î di bernameyeke televîzyonê de Elewî û Malên Cemê hedef girt. Metîner bertek nîşandê daxwaza ‘Malên Cemê îbadetxane ne’ da û got malên Cemê cihê terorê ne.

Metîner tevli bernameya Ahmet Hakan a di CNN Turkê de bû û wiha îdia kir: “Bi hemû Elewiyan re hevdîtin pêk hat, di vê mijarê de yekitiya fikr û ramanê tune. Ev meselek AKP’ê ava nekir. Elewî jibo kesên ev pirsgirêk derxistine tiştek nabêje û ji me hesabê Yavuz Sultan Selîm pirsîn.”

Metîner bertek nîşanê daxwaza ku bila ji Malên Cemê re bêjin îbadetxane jî da û got bila Malên Cemê nebin navenên rêxistina Terorê. Ligel ku Hakan got ev îthameke girane jî Metîner di gotina xwe de israr kir.