Metîn Goktepe hate bîranîn

Rojnamevan Metîn Goktepe yê ji aliyê polîsan ve hate kuştin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku ji aliyê polîsên Tirk ve hate kuştin, di salvegera 22. a kuştinê de li ser gora xwe ya li Goristana Esenler Kemerê hate bîranîn.

Malbata Goktepe, xebatkarên rojnameya Evrenselê, Parlamenterên CHP'yî Sezgîn Tanrikûlû û Bariş Yarkadaş, parêzerên OHP'yî, Alîkarê Serokê Giştî û parlamenterê berê yê Partiya Kedê (EMEP) Leven Tuzel, Dayikên Aştiyê, Serokê Giştî yê Basin Îşê yê DÎSK'ê Farûk Eren, nûnerên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkyeyê, Nûnerên HDP'ê û gelek kes tevlî merasîma bîranînê bûn.

Girseya gel rojnameya Evrenselê û qurnefîl danîn ser gora Goktepe. Piştre di şexsê Goktepe de ji bo bîranîna hemû nûçegihanên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.

Di merasîmê de dirûşma "Bi biryardarî em hemû Metîn in" hate qîrîn.