Meşale Tolû û 5 girtî hatin berdan

Nûçegîhana ETHA’yê Meşale Tolû û 5 girtî bi şertê kontrola edlî û qedexe ye ku biçin derveyî welat, hatin berdan.

Rûniştina doza nûçegîhana ETHA’yê ya girtî Meşale Tolû û ya girtiyên bi navê Bîrol Kûrt, Denîz Havûç, Firat Çagla, Emre Altûnkaya û Serkan Okatan hate kirin.

Tolû di parastina xwe de diyar kir ku ew ji ber zextên li ser çapemeniyê hatiye girtin. Piştî parastinan dozger xwest her 6 kesên ku tên darizandin, bila werin tehliyekirin.

Heyeta Dadgehê bi şertê kontrola edlî û bi şertê ku ev kes neçin derveyî welat Meşale Tolû û 5 girtiyên din tehliye kir. Rûniştin taloqî 26’ê Nîsana 2018’an hate kirin.