Meşa Jinan a Stenbolê hat astengkirin
Meşa Jinan a Stenbolê hat astengkirin
Meşa Jinan a Stenbolê hat astengkirin
Meşa DOKH'ê ya bi minasebeta 25 Mijdarê Roja Tekoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dîjî Tundiya li Hemberî Jinê wê hatiba lidarxistin hat astengkirin. Wekîla HDP'ê Sebahat Tuncel bertek nîşanî astengiyê da û got ku divê ne jin, kesên şîdetê li hemberî jinê pêk tînin bên astengkirin.
Tevgara Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) bi minasebeta 25 Mijdarê Roja Tekoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dîjî Tundiya li Hemberî Jinê ji ber avahiya HDP'ê ya Bagcilarê heya Qada Bagcilarê xwestin meşekê li dar bixin, lê meş ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Jinan pankarta, "Ji bo cîhaneke bêşîdet em di berxwedan û serhildanê de ne û li qadan in" vekirin û dirûşmên, "Bijî berxwedana YPJ'ê", "Sakîne Cansiz nemir e" û "Xeta me Berîtan Serokê me Ocalan" berz kirin, dowîzên "Ji bo berxwedan li Kobanê bilind dibe em li qadan in" û "Jin li hemberî şîdet û şer li qada in" hilgirtin. Jinan wêneyên jinên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan jî hilgirtin.
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Şîşliyê Xunav Altun diyar kir ku ew ji bo azadiyê amade ne û wiha got: "Beriya 25’ê Mijdarê bandora şer a dilsoj di nava dilê me de ye. Kujerên pergala serwer a mêr her tim bi navê cuda derdikevin pêşberî me. DAIŞ navê nû yê pergala serdast a mêr e." Altun derbîrî ku DAIŞ bedena jinan wek xenîmeta şer dîbîne û wiha axivî: “DAIŞ jinan li pazaran weke kole difiroşe û vê yêkê weke stratejiyeke şer bikar tîne. Şoraşa Rojava ji bo hemû cîhane bûye hêviyek.” Altun dawiya axaftina xwe de got ku ew ê li hemberî van polîtîkayan xwe bi rêxistîn bikin û bangawaziya meşa ku wê di 25'ê Mijdarê de li Pirsûsê pêk bê kir.
Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku ev astengîya li hember meşê hatiye kirin divê li hemberî kesên ku li dijî jinê şidete dikin hatiba kirin û wiha got: “Ev astengî nîşan dide ku polîs ji jinan ditirse. Jin zedetir dizanin ku şer çi ye. Şer tacîz û tecawiz e û em jî ji ber vê yekê li hemû qadan ji şer re dibêjin na." Tuncel anî ziman ku di dema hikêmeta AKP’ê de li hemberî jinan şîdet zêde bûye û wiha pêde çû: “Em li hemberî ve zîhniyete jî têkoşîne dimeşînîn. Em hê di serê rêye de ne. Ji bo jiyaneke nû karê me pir heye û girîng e. Em ê têkoşîna xwe li her derê mezin bikin." Tuncel di dawiya axaftina xwe de şervanên YPG û YPJ jî silav kir.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.