Meşa enternasyonalîstan a ji bo Ocalan û Efrînê sibe dest pê dike

200 enternasyonalîstên ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê li hev civiyan ku di nav de nûnerên saziyên û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê jî hene, wê ji Luksembûrgê ber bi Strasboûrgê ve bimeşin.

200 enternasyonalîst ku rewşenbîr, akademîsyen û nûnerên saziyan jî di nav de hene, wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin. Meşvan wê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê jî şermezar bikin.

Di meşê de ku wê bi dirûşma "Azadî ji Abdullah Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re" bê lidarxistin, tevî daxwaza ji bo azadiya Ocalan wê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê werin protestokirin.

Meş wê sibe saet 10'an bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê bike.

200 enternasyonalîst ku ji Başûrê Amerîkayê heta Ewropayê nûnerên 30 saziyan jî di nav de ne, wê ji gelek bajarên Fransayê derbas bibin. Meşvan wê li ser rêya xwe serdana şaredariyan, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, medya herêmî û partiyên siyasî bikin.

Her wiha wê bi rêya panel û semîneran tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin, qala paradîgmaya Ocalan bikin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê protesto bikin.

MÎTÎNG Û ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA LI BER AVAHIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Çalakger wê piştî meşa ji 4 rjoan bigihêjin bajarê Metzê yê Fransayê û ji vir jî bi otobusan berê xwe bidin Lozanê.

Sibeha 1'ê Sibatê wê tevî baskên meşê yên Ciwanên Azad, Rêxistina Ewropayê ya PYD'ê û Meclîsa Kurd a Swîsreyê ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve bimeşin ku ev meş wê 4 rojan bidome.

16'ê Sibatê wê bi organîzeya 70 saziyên Kurd, Tirkiyeyî, Laz, Ermenî, Asûrî-Suryanî û Ewropî li Cenevreyê mîtîngeke girseyî bê lidarxistin. Bi mîtîng û çalakiya rûniştinê re ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî, wê ji Neteweyên Yekbûyî bê xwestin ku li dijî êrîşên li ser Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.

50 nûnerên hilbijartî ku parlamenterên Kurd ên li welatên Ewropayê û endamên meclîsa şaredariyan jî di nav de hene, wê tevlî çalakiya rûniştinê bibin. Li gel mîtîng û çalakiya rûniştinê ya li vir wê li Neteweyên Yekbûyî hin hevdîtin werin kirin.

BI HEZARAN KES WÊ JI CENEVREYÊ BERÊ XWE BIDIN STRASBOÛRGÊ

Meşvan piştî çalakiya li Cenevreyê wê tevî bi hezaran kesî bi otobusan ji Cenevreyê berê xwe bidin Strasboûrgê. 17'ê Çileyê wê tevlî meşa ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bibin ku wê li Strasboûrgê bê lidarxistin.