Meşa enternasyonalîstan a ber bi Strasboûrgê ve didome

Enternasyonalîstan û koma Mannheîmê ber bi Strasboûrgê ve bi rê ketin.

Meşvanên Luksembûrg û Mannheîmê li bajarê Metz ê Fransayê gihaştin hev û bi şevê li salona sporê ya Şaredariya Vandoeûvre ya Nancyê man. Partiya Komunîst a Fransayê, salona sporê ya bajarokê Vandoeûvreyê ji enternasyonalîstan û Kurdistaniyan re amade kir. Nûnerê Partiya Komunîst ê herêmê Bora Yilmaz û nûnerê Çandê yê Şaredariya Vandoeûvre Jean Pîrre Becker, li salona şaredariyê pêşwaziya meşvanan kirin. Meşa doh bi qasî 17 kîlometreyan dewam kir.

Bernameya êvarê jî bi sînevîzyonê dest pê kir. Piştre semînerek bi mijara jineolojiyê pêk hat ku ji aliyê çalakgerên jin ve hate organîzekirin.

Koma enternasyonalîstan pişter komîsyonek ava kirin ji bo belavokekê li ser şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê amade bike. Komîsyon wê belavokê di rê de bixwîne û belav bike.

Heman belavok wê roja Şemiyê li Strasboûrgê di mîtînga mezin de jî bê xwendin.

Piştre, meşvanên ji Mannheîmê bi rê ketin daxuyaniyek dan û gotin, "15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e." Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîdê hate kirin û nêzîkatiya CPT û DMME'yê hate şermezarkirin.

Di roja 5'an a çalakiyê de meşvanan berê xwe dan Strasboûrgê. Çalakger wê saet 11'an biçin avahiya berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku 61 roj in di grevê de ne. Ji wir jî wê berê xwe bidin Place Kilaberê û xwe bigihînin çalakgerên din. Çalakger wê bi rengekî girseyî ber bi Konseya Ewropayê ve bimeşin.

Roja Şemiyê saet 11'an wê mîtînga mezin pêk were, komploya navneteweyî û tecrîd werin şermezarkirin. Çalakger wê berxwedêrên greva birçîbûnê silav bikin û nerazîbûnê nîşanî bêdengiya Ewropayê bidin.