Meşa dirêj a li Goteborgê qediya

Meşa dirêj a li bajarê Goteborg ê Swêdê, ku ji bo şermezarkirina tecrîdê û komployê roja Şemiyê dest pê kir, doh bi mîtîngekê qediya.

Girseya gel piştî meşa 40 kîlometreyî doh êvarê hat meydana Brûnnparken a li navenda bajêr. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Ocalan re, statu ji gelê Kurd re", "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye", "Destên xwe yên bi xwîn ji Ocalan vekişînin" hatin qîrîn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê Abbdullah Konya li meydanê axivî û Yekîtiya Ewropa û hikumeta Swêdê bi tundî rexne kirin ku li pêşberî zext û êrîşên dewleta Tirk bêng in.

Konya bi bîr xist, Leyla Guven 103 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û xwest, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.

Meşa ku 2 rojan dewam kir, bi gotinên stran û sirûdên Kurdî, bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.