Meşa dirêj a li Goteborgê di roja 2'emîn de ye

Meşa dirêj a Kurdistanî û dostên wan a li bajarê Goteborg ê Swêdê, ku ji bo şeremzarkirina tecrîdê û komploya navneteweyî dest pê kir, di roja 2'êmîn de ye.

Girseya gel doh danê sibehê ji taxa Hammarkullen a li derveyî bajêr dest bi meşê kir û piştî meşa 21 kîlometreyî gihîşti Navenda Civaka Demokratîk a Kurd. Meşvanan danê sibehê jî ji ber komeleyê dest bi beşa duyemîn a meşê kirin ku wê heta navenda Goteborgê bimeşin.

Meş bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê û Komîteya Rojava pêk tê. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Destên xwe yên bi xwîn ji ser Ocalan vekişînin", "Bila tecrîd bi dawî bibe", "Daxwaza Leyla daxwaza me ye", "Jin jiyana azadî" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" tên qîrîn.

Meşa dirêj a 2 rojan wê danê êvarê li navenda bajêr bi mîtîngeke girseyî bi dawî bibe.