Meşa dirêj a ji Gottîngenê ber bi Kasselê ve di roja duyemîn de ye

Meşa dirêj, ku bi dirûşma "Freîheît fur Abdullah Ocalan -Frîeden în Kurdistan" duh li bajarê Gottîngen ê Elmanyayê dest pê kir, di roja duyemîn de ye.

Meşa dirêj ji aliyê Ciwanên Azad Kassel, YXK Kassel û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kasselê ve tê organîzekirin. Roja duyemîn a meşê danê sibehê ji ber stasyona trenê ya Hann/Mundenê dest pê kir.

Meşvanên ku hewl didin balê bikişînin ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê îro li Konîgsplatz a Kasselê bi mîtîngekê dawî li çalakiya xwe bînin.

Bi navê meşvanan daxuyaniyek hate dayin û tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin. Çalakgeran hevkariya dewleta Elman a bi rejîma Erdogan re şermezar kirin û qedexekirina posterên Ocalan li Elmanyayê protestokirin.