Meşa ciwanan a ber bi Dusseldorfê didome

Meşa dirêj a ciwanan ku ji bo azadiya Ocalan ji bajarê Bonnê dest pê kir, di roja çaran de ber bi Dusseldorfê ve didome.

Meş bi dirûşma "Bi rêbertî re bimeşe, faşîzmê tine bike" pêk tê û ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Îngilistan, Belçîka û gelek welatên din ên Ewropayê zêdeyî 100 ciwan tevlî bûn.

Çalakgerên ku ji ciwanên Kurd û enternasyonalîstan pêk tên, ji bajarê Leverkusenê dest bi beşa çaremîn a meşê kirin. Ciwan wê êvarê bigihêjin Dusseldorfê.

Ji destpêka meşê ve kiryarên qedexekar ên polîsên Elman didomin. Polîsên ku gelek dirûşm û sembol qedexe kirin di nava sê rojên derbasbûyî de gelek ciwanên ku nerazîbûn nîşanî provokasyonên nîjadperest dan destgîr kirin. Ciwan bi şert hatin berdan. Ciwan tevî provokasyonan û zextên polîsan jî çalakiya xwe didomînin.