Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, got ku pêwîst e muzakereyên di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de ji nû ve werin destpêkirin. Merkel destnîşan kir ku bi temamî ranekirina pêvajoyê ji bo Elmanya ‘bi qîmet e’.
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel a li paytext Berlînê di Konferansa Çapemeniyê ya Havînê de axivî, got ku pêwîst e muzakereyên di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de ji nû ve werin destpêkirin.
Merkel, diyar kir ku di vê çarçoveyê de wê hevdîtinên bi Tirkiyeyê re didomînin.
Angela Merkel anî ziman ku Elmanya di girîngiya ji nû ve destpêkirina muzakereyan de ye û got: “Ji bo Elmanyayê pêvajoya bi PKK’ê re ku bi temamî ji holê ranebe pir bi qîmet e.”
Hikûmeta Elman berê jî gotibû ku divê muzakereyên hikûmeta AKP’ê bi dawî kirine ji nû ve werin destpêkirin û herî dawî biryar girtibû ku sîstemên Parastina Hewa yên Patrîot ên li Mereşê vekişîne. Lê belê ji sala 2013’an heta Tîrmeha îsal a operasyonên tinekirinê ji nû ve destpêkirin têkildarî PKK’ê ti helwesteke başbûnê ya Elmanyayê nehatiye dîtin.