Merîwan û Serdeşt jî bo Kobanê derketin kolanan
Merîwan û Serdeşt jî bo Kobanê derketin kolanan
Merîwan û Serdeşt jî bo Kobanê derketin kolanan
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Merîwan û Serdeşt gel ji bo Kobanê herikîn kolanan. Ji ber êrîşa leşkerên Îranê li her du bajaran pevçûn didomin.
Gelê Rojhilatê Kurdistanê yê di bin zexteke mezin a dewleta Îranê de ye, ji bo piştgiriya ji Kobanê re îro daket kolanan.
Gel li kolanên Merîwan dirûşmayên dilsoziya bi Kobanê re gotin. Bi dowîzên hilgirtibûn êrîşên li hember Kobanê ku şermezar kirin, rastî êrîşa leşkerên Îranê hatin. Gel jî bi kevir û daran bersiv dan êrîşkaran.
Hat ragihandin ku li her du bajaran li gelek taxan pevçûn didomin.