Mêrdîniyan Erdogan protesto kirin
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ji bo merasîma vekirina xaniyên komî hat Mêrdînê dema ket bajêr gel pişta xwe dayê û ew şermezar kir.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ji bo merasîma vekirina xaniyên komî hat Mêrdînê dema ket bajêr gel pişta xwe dayê û ew şermezar kir.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ji bo merasîma vekirina xaniyên komî hat Mêrdîne dema ket bajêr gel pişta xwe dayê û ew şermezar kirin.
Erdogan ê piştî merasîmên vekirina xaniyên komî yên li Êlih, Amed û Sêrtê ku bi girseyeke kêm hatin lidarxistin hat Mêrdînê, di nav tedbîrên zêde yên ewlekariyê de derbasî bajêr bû. Tevayî rêyên diçin cihê Parka Karayollari ya ji bo mîtînga Erdogan hat veqetandin bi barîkatan hatin girtin û ji çûnûhatinê re hatin girtin. Li ser tevayî avahiyên qada mîtîngê dibînin sekvan hatin bicihkirin. Girseya li pêşiya buroya hilbijartinê ya HDP’ê ku li ser guzergeha rêya Erdogan têre derbas bû, dema Erdogan derbas bû girseyê pişta xwe dayê. Di çalakiya protestoyê de girseya nîşaneya serketinê kir û Erdogan şermezar kirin.
Ligel vê dema Erdogan derbas dibû polîsan girseya qerebalix a li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê kom bibû dorpêç kirin.
HDP’yiyên pişta xwe dan Erdogan, sirûda, “Çerxa Şoreşê” xwendin û dirûşm berz kirin. Piştî Erdogan derbas bû jî dorpêça polîsan dewam kir. Girseyê li ber dahol û zirneyê govend gerand.
Erdogan ê di nav tedbîrên zêde yên ewlehiyê de derbasî qada mîtîngê bû, li wir axivî. Ji ber qada mîtîngê tijî nebû polîsan bend danîn da ku nîşan bidin girse zêde ye.