30'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad yên bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê tên lidarxistin, li Daîreya Marbirînê ya Şaredariya Kadikoyê hatin dayîn. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Cengîz Çîçek, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Parlementerên Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder, Ayşegul Dogan û Çîçek Otlû, Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Dayik û Mirovên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şehîdên Çapemeniyê, kurê Mûsa Anter nivîskar û rojnamevan Dîcle Anter û gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî merasîma xelatdayînê bûn. Li salona merasîmê wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û rojnamevanên hatine qetilkirin û pankarta "Rastî wê di tariyê de nemînin" hatin daliqandin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Ewilî Hevberdevkê HDK'ê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Cengîz Çîçek axivî. Çîçek ku got "Çapemeniya Azad dengê serîhildan û heqîqetê ye" bang li her kesî kir ku piştevanê çapemeniya azad bin û rojnamevanên girtî silav kir.
Çîçek bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got ku gotinên rojnamevan Mervan Yanardag ên der barê tecrîda li Îmraliyê de bibîr xistin û got: "Yanardag ji ber ku bal kişand ser rastiyekê hat girtin. Çapemeniya Azad di heman demê dibêje gere em li cem rastiyê bin. Her wiha Çapemeniya Azad li dijî kesên ku li hember tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin jî, xwedî roleke teşhîrker e. Lewma bû nefereke çavnetirs ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd."
Paşê bi dorê edîtora Kovara Jînê ya Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Urun, Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, kurê Mûsa Anter Dîcle Anter û Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû axivîn. Piştî axaftinan ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Baran Bozyel çû ser dikê.
Piştî stranên hunermend Baran Bozyel wê xelat bên dayîn.