Meltema hatî qetilkirin di oxira dawîn de bi tenê nehiştin!

Meltema hatî qetilkirin di oxira dawîn de bi tenê nehiştin!

Cenazeyê Meltem Ozdaş a 20 salî, ku li Bîsmîla Amedê bû qurbana kuştineke gerdîşî ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat ve hate hilgirtin û binaxkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr beşdarî hildana cenaze bû û got, “Ev qirkirin e."

Meltem Ozdaş a 20 salî 18ê Sibatê li Bîsmîlê bi tivengê bi destê xezûrê xwe hate kuştin. Xebatkarên Gerînendetiya Goristanê a Şaredariya Bajarê Mezin cenazeyê Meltemê anî Goristana Yenîkoyê.   

Rêveber û aktîvîstên DÎKASUMa Şaredariya Bajarê Mezin, Mala Jinan a Kardelenê a Şaredariya Baglarê, Navenda Şêwirmendiya Jinê a Şaredariya Yenîşehrê, Komela Cerenê ya Jinan û Navenda Şêwirmendiya Jinan a Cerenê a Şaredariya Baglarê, Navenda Jinan a Nûjinê a Şaredariya Bîsmîlê, Kooperatîfa Jinan a Baglarê, Komela Jinan a Selîsê hatin Goristana Yenîkoyê. Gava karê şûştin û definkirina cenaze berdewam dikir Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî gihîşt vê derê.

Piştî vê jinan cenaze hilda ser milên xwe û heta Mizgefta goristanê anî, li vir nimêja wê hate kirin. Pişt re jinan cenaze ji vir hilda û bi slogana, “Mêr dikuje, dewlet kujerî diparêze”, “Bê jin civak azad nabe” gihand ser teneşoyê.      

Cenaze bi qerenfîlan spartin axê, li vir li ser navê DOKHê ji Navenda Jinan a Nûjînê civaknas Melek Kizil daxuyanî xwend. Kizil, bi bîr xist ku Melek hêj 17 saliyê bi kurmetê xwe re zewicandiye û da zanîn ku ew li Edeneyê jiyane û weha got, “Meltem ji ber pirsgirêkên têkilî zewaca xwe demekê li mala spartinê jiyana xwe domandiye û doza berdanê li hevjînê xwe kiriye.” Kizil weha axaftina xwe domand:  

“Meltem ji bo zarokê xwe bigire tê Bîsmîlê mala xezûrê xwe, lê Refîk Ozdaş ê xezûr bi çekê bûka xwe dikuje. Piştî bûyerê xezûr û xesû M. Can Ozdaş tên ragirtin, Refîk Ozdaş tê girtin û wî dişînin girtîgehê.” 

Kizil, aşkere kir ku weke hemû jinên têne kuştin wan xwedîtî li Meltem Ozdaşê jî kiriye û got, li Tirkiyeya ku rojê 5 jin têne kuştin mafê jiyana jinan gelekî erzan e. Kizil, da zanîn ku polîtîkayên hikûmetê rê li zêdebûna kuştina jinan vekiriye û weha pê de çû, “Hikûmeta AKPê ku jinan naparêze û Wezareta Jinan betal kir ji hemû kuştinên jinan berpirsyar e.”

Kizil, destnîşan kir ku wek DOKH ew ê hesabê kuştina jinan bipirsin, ew ê beşdarî dozên kuştina jinan bibin û got, ew ê xwedî li hemû jinan derkevin. Kizil weha axivî, “Em bang li rayedaran dikin ku qanûn û rêgeznameya ku jinan diparêze derxin. Bila çu jin, çu Meltemên dî neyêne kuştin.”

BAYDEMÎR: MELTEM BÊKES NÎN E

Mela telqîn bi Kurdî xwend û pişt re Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, axivî û got, “Meltem ji aliyê lêzimên xwe ve hate kuştin. Îro dema me cenaze hilda ji bo ku em li goristana bêkesan binax bikin, dane me. Ez vir dibêjim, xwîşka me Melten bêkes nîne. Îro em di vê oxira wê ya ber bi Heqî de bi wê re ne. Em peywira xwe tînin cî.” 

Baydemîr weha domand, “Tundûtûjiyê li dijî jinê zilm e, bêheysîyetî ye. Çi bibêjine vê, çav lê nebar bûn, çi jî kuştina bi navê namûsê ev şermeke civakê ye.” Baydemîr, bal kişand ku salê li dora 2 hezar jin bi destê mêran têne kuştin.

Şaredar Baydemîr rexne li qanûnan kir, got ew rêgir nînin bo parastina jinan û weha pê de çû, “Berî her tiştî ev qirkirinek e. Civak divê li dijî vê rabe, ev berpirsyariyeke exlaqî, wijdanî û siyasî ye. Ev deynê stûyê me ye. Ji ber vê ez dîsa bang li civakê dikim. Bi taybetî mêr divê nêrîna xwe ya seqet û neçak biguherîne. Kuştina jinan psîkopatî ye, heke mêranî be bila lanet li wê mêraniyê be. Ez we Şaredarê Bajarê Mezin vê mêraniyê red dikim û datînim bin piyên xwe.” Piştî axaftinan jinan û Baydemîr kulîlk danîn ser gora Ozdaş û ji wir veqetiyan.