Meleyan Komkujiya Rojava şermezar kirin

Meleyan Komkujiya Rojava şermezar kirin

Li Mersînê endamên Hewldana Înîsiyatîfa Komeleya Oldaran (MEDÎDER) êrîşên çeteyan ku li hember gelê sivîl pêk tên şermezar kirin. Meleyan diyar kirin ku tu eleqeya fetwayên tên dayîn bi ol re nîne.

Bertekên li hember komkujiya komên çete yên wekî El Nusra û El Qaîde her diçe zêde dibin. Li Mersînê endamên Hewldana Înîsiyatîfa Komeleya Oldaran derbarê komkujiya Rojava li ber avahiya rêxistina BDP'ê ya Mersînê daxuyanî dan çapemeniyê. Mele Hidayet Aksu bertek nîşanî komkujiyan da û wiha got: "Li gorî ol kuştina kesên bêguneh, pir guneh e. Em van êrîşan şermezar dikin û bang li êrîşkaran dikin bila werin îmanê." Aksu ayet û hedîsên derbarê mijarê de xwend.