Rojnamevanê navdar Mehmet Ali Bîrand ku Serokê Nûçeyan a Koma Kanal D'yê bû, wefat kir. Bîrand ev demek bû li Stenbolê, li nexweşxaneya Emerîkan dihat derman kirin.
Daxuyaniya wefata Bîrand ji aliyê nexweşxanê vê hate kirin. Nexweşxanayê diyar kir ku tevî hemû hewldanan Bîrand di seat 18.29'an de jiyana xwe ji dest daye.
Bîrand, sala borî di pirtûka bi navê "Bîrand" de ku ji aliyê nivîskar û rojnamevan Can Dûndar ve hatibû nivîsandin, derbarê jiyana xwe de hîn daxuyaniyên nû dabû.
Bîrand, di mijdara 2012'an de di bernameyekî televîzyonê de diyar kiribû ku aliyê dayîka wî Kurd e û bavê wî jî ji herêma Behra Reş e.