Mehkûmên li Elmanyayê ji bo piştevaniyê ketin greva birçîbûnê

Girtî û mehkûmên li Elmanyayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji grevên birçîbûnê re, dest bi çalakiyan kirin. Mehkûman ji bo sê rojan greva birçîbûnê pêk anîn.

Sendîkaya mehkûmên siyasî yên li Elmanyayê "Gefangenen-Gewerkschaft/Bundesweite Organisation" ji bo piştgiriyê bide grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven pêk tên, li girtîgehên Elmanyayê hemûyan dest bi çalakiyan kir. Koma piştevaniya bi mehkûman re ya li Berlînê, bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û li ser çalakiyên piştevaniyê agahî da.

Koma piştevaniya bi mehkûman re xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û diyar kir, bi vê armancê ji 1 heta 3'ê Sibatê li girtîgehên cuda yên Elmanyayê girtî û hikumxwar ketin greva birçîbûnê.

Hate ragihandin, endamên sendîkayê yên li derve jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya mehkûman ketin greva birçîbûnê. Çalakgeran diyar kirin, siyasetmedar û şoreşgerên li girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tenê nînin û diyar kirin, mafê Ocalan e ku karibe bi rêya telefonê biaxive, bi rêk û pêk malbata xwe bibîne, rojnameyan bixwîne û li televîzyonê temaşe bike.

MEHKÛMAN NAMEYA 'BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE' JI KONSEYA EWROPAYÊ RE ŞANDIN

Sendîkaya mehkûmên siyasî yên Elman diyar kir, ji bo dawî li bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li pêşberî grevên birçîbûnê bîne, hin çalakî hatine lidarxisitn.

Di çarçoveya çalakiyan de, mehkûmên li girtîgehên Chemnîtz, Neumunster û Rosdorfê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û çûyîna heyetek ji CPT ji bo Îmraliyê, nameyek ji Konseya Ewropayê re şandin. Name bi navê Peter Reîtenbach û Sven Herhold ve hate şandin.

Girtî û hikumxwarên li girtîgeha bajarê Jenayê jî, dest bi kampanya şandina nameyan ji bo şoreşgerên Kurd û Tirk ên li girtîgehên li Elmanyayê kirin. Mehkûmên Elman di nameyan de gotin, "Em ji kîjan çand û civakê dibin bila bibin, têkoşîna me hevpar e, divê nêzîkatiyeke însanî li me hemûyan bê kirin. Bi vê armancê divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe."

40 girtî û hikumxwarên li girtîgeha Tegelê ya li Berlînê name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedarên Kurd û şoreşgerên li girtîgehên Tirkiyeyê re şandin. Mehkûmên Elman gotin, "Hûn bi tenê nînin."