Meha Gulanê wateya rûmetê û heqîqetê ye - Mehmet ZENGERALP

Meha Gulanê wateya rûmetê û heqîqetê ye - Mehmet ZENGERALP

Gulan erdnîgariya jiyan û evîndariyê ye li welatê me. Di her rojek wê de serpêhatiyek rûmetê, di her şevek wê de gerek heqîqetê heye. Bi gul û kulîlkên hezkirinê li ser dilê xwezayê dibe ken û demsalê bi coş silav dike.

Xweza, di demsalê de disekine li ser biskê gulanê evîna roj û stêrkan dinexşîne. Gulan, navîngeha hezirîna erd û asîman e. Evîna gerdûnî di hinav û dilên xwe de vedişêre.

Wateya meha gulanê, li Kurdistanê cuda ye. Rûmet û hebûna mirovahiyê ye. Di koka hucreya bingehîn a jiyanê de cih digire. Rengê jiyan û azadiyê ye. Navê hêvî û serkeftinê ye.

Gulan meha şehîd û lehengan e. Ya pîroziya nirxan e. Gelê kurd di nav rûpelên gulanê de ji nûve dîroka xwe nivîsand. Çand, huner, wêje û jiyana xwe afirand. Gulan bû qîrîniya azweriya dîrokê. Dîrok di nav heqîqeta gulanê de li qadê rûmetê hat afirandin.

Gulanê, starta watebûyîna xwe ji şoreşgerên mezin Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakaya digirt. Rêheval Hakî Karer dibû destpêka berdêla azadiya gelê kurd di nav dilê gulanê de. Li Dîlokê qîrina serkeftinê dida.

Ev şehîdê yekemîn bû. Xwîna rêheval Hakî dibû tovê azadî û şerefraziyê li axa Kurdistanê belav dibû. Ava jiyanê axê hembêz dikir.

Şîfreya heqîqeta jiyanê di nav dilopên xwîna bi rûmet de dihat kifşkirin.

Piştî salekî rêheval Xelîl Çavgun jî dest diavêt biskê gulanê, diket ser riya rêheval Hakî. Tevgera Azadiyê di nav baxê gulanê de dimeşiya hêza xwe mezin dikir.

Li zeviyên gulanê tovên evînê dihatin reşandin, di cîhana manewiyata wê de dipişkuvîn. Gulan bi nepeniya xweşikbûna xwe re li ruhê zeman qurs dida. Wekî xuzmeyek eşqê diherîkî nava zindanê.

Di cewheriya şevên Zerduştî de hêrsa agir diket nav hêza gulanê. Çar stêrkên jiyanê, çar şoreşgerên rûmetê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmut Zengîn di 18 ‘ê Gulana 1982’an de li Zindana Amedê bi agirê azadiyê tarîtiya zilmê dişikandin û çiyayan bi gulanê dihesandin.

Dengê Mazlum, awirên Xeyrî, sekna Kemal û heyecana Elî Çîçek di nav biskên gulanê de dibûn stêrk. Bi kulîlka Qendîlê gulanê şewqa xwe dida çiya..

Di xaçeriya azadiyê de meşa rêheval Karasungur û Îbrahîman gulanê li çiya dinexşandin. Leyla û Mizgînan xeml û xêza gulanê temam dikirin. Gulan dibû erdnîgariya stêrkan, asîmanê welatê rojê ronî dikir.

Bi hezaran dîlên azadiyê di wateya gulanê de cih digirtin, dibûn stêrkên wêjeyê. Gulanê di kûrahiya asîmanê şîn de biskên xwe dirêj dikir, bi şewq û ronahiya stêrkên xwe tarîtiya di dil û mêjiyan de ronî dikir.

Ji bo vê meha gulanê dibû meha şehîd û lehengan. Meha hêvî û çavkaniya jiyana bi rûmet. berdêla azadiya gelê kurd di wateya meha gulanê de diyar e. Bêrdel nîvê dil e, bawerî, cesaret û îradê dixwaze.

Li pey wê wekî dilopên cemedê hêsirên hezkirinê dirijîne. Ev ji dilan diherike ruhê bêdawî dibe. Şehîd navên rûmet û nirxên jiyanê ne.

Di hezbûna felsefeya bingehîn a di hînbûna azadiyê de şehîd heqîqeta wijdan û manewiyata kurdan e. Jiyana şehîdan wateya felsefeyê ye. Felsefe destana jinûveaveafîrandinê ye. Destan avzêma zanyariyê ya gerdûna mirov e.

Di bin siya mirinê de destana azadiyê jiyana bêdawî ye. Ev navê fedakarî û cesareta şehîd e. Şehîd ji mirinê natirsin ji bo afirandina jiyanek nû mirinê bêmirin dikin. Ev heqîqeta jiyan û azadiyê ye.

Sekna şehîdan a jiyan û têgihîştina wan a bêmirinî ji bo gelê kurd her tim xelata bilindbûna felsefeya serkeftinê ya îrade û baweriyê ye.

Di vê wateyê de her şehadetek xelekek ronahiyê ye. Wekî berbanga sibê; ji tarîtiyê bi hesret û azwerî derbasî ronahiya şêrîn bibe. Ronahî ajdayîna xwenayê ye. Ev jî serkeftin e azadî ye manewiyat û heqîqetbûyina rojên xweş e.

Bi vê heqîqetê û xweşikbûnê bi wesîleya meha gulanê em carek din şehîdên xwe bi bîr tînin, bejna xwe bi hurmet li ber wan ditewînin.

 * Ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê