Medyaya Swêd: Tirkiye li cihê DAIŞ Kurdan topbaran dike
Medyaya Swêd: Tirkiye li cihê DAIŞ Kurdan topbaran dike
Medyaya Swêd: Tirkiye li cihê DAIŞ Kurdan topbaran dike
Tirkiye ji ber piştgiriya xwe ya bi DAIŞ re bûye hedefa rexneyên zêde ya medyaya Swêd. Rexneyên medyaya Swêd ên li ser Tirkiyeyê piştî terora dewletê li hemberî yên ji bo piştgiriya bi Kobanê re xwepêşandan pêk anîn û dewleta Tirk cardin dest bi topbarana Kurdistanê kir zêde bûn.
Nerazîbûneke din a li hemberî hikûmeta Tirkiyeyê ya der barê Sûriye û Kurdan de ji rojnameya Aftonbladet a tîraja wê 800 hezar e hat.
Şirovekarê derve yê rojnameyê Wolfgang Hansson di nivîsa xwe ya bi sergotara “Tirkiye li cihê DAIŞ Kurdan topbaran dike” a di quncika rojnameyê de, bal dikişîne ser mijara ku ji bo mudaxeleya li ser DAIŞ zextên li ser Tirkiyeyê tên kirin û got: “Lê dema Tirkiyeyê dest bi topbaranê kir hedef ne ‘Dewleta Îslamî ye’ hedef Kurdên wê bû. Du salên dawî de yên dixwestin aştiyê bikin Kurd bûn.”
Wolfgang Hansson diyar kir rejîma Enqere Kurdên li Sûriye û Tirkiyeyê dijîn ji DAIŞ’ê hîn zêdetir tehdît dibîne û nirxandinên DAIŞ'a êrîşî Kurdan dike xizmeta Tirkiyeyê dike û çeteyên DAIŞ xiyala Kurdan a çêkirina dewleteke li Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê zehmet dike.
Hansson diyar kir bi çeteyên DAIŞ hat hedefgirtin otonomiya Kurdan li Rojava avakirina wê bi ser xistine ji holê rake, li hemberî vê hewldanên Kurdan ên ji bo Kobanê ji bo birayên xwe çek bişînin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin astengkirin û vê jî rê li ber xwepêşandanên şermezarkirinê vekir.
Di nivîsê de hat diyarkirin ji ber tundiya hikûmeta Tirk li hemberî xwepêşandanan bi kar anî, bû sedema windahiya gelek canan, dîsa Tirkiyeyê tacîza leşkeri ku pêk anî, çeperên PKK’ê topbaran kir û wiha dewam kir:
“Piştî bi hefteyan li Tirkiyeyê banga li hemberî Dewleta Îslamî helwest nîşan bike hat kirin Tirkiyeyê êrîşa li ser kêmarên xwe hilbijart. Ev tê wateya pêvajoya aştiyê ya pêş du salan hatiye destpêkirin. Di şerê demdirêj ê navbera PKK û Tirkiyeyê de 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.”
Hansson diyarkir ku Serokkomar Erdogan soza da Kurdan bi cih neanî û got ku Erdogan çeteyên DAIŞ weke hêzekî ji bo Kurdên Rojava û Rejîma Esad lewaz bike bi kar tîne.
TÊKOŞÎNA LI KOBANÊ TÊKOŞÎNEKÎ JINÊ YE
Înîsiyatîfa Jinên Kurd û Tirk a Aştiyê di nivîsa xwe ya di malpera înternetê ya Televîzyona Dewletê ya Swêd de weşandin, diyar kirin êrîşên li hemberî Kobanê demokratên dinyayê bi şêweyekî pasîf lê temaşe dikin, ev jî bû sedem jin û zilaman dest avêtin çekan.
Li ser navê Înîsiyatîfê di makaleya bi mohra Latîfe Fegan wiha hat gotin: “Ji ber vê yekê Dewleta Îslamî êrîşî Kobanê dike. Ditirsin ku modela Rojava ji bo gelê Rojhilata Navîn ên bi salane ji şer û pevçûnan êdî bêzar bûn bibe çavkaniyeke îlhamê.”